Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê îro dest pê kir. Di festîvalê de ji çend welatan bi giştî 116 fîlm wê bên nîşandan.

10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê îro saet 16:00 bi meşa ferşa sor dest pê kir.

Festîvala dê heta 16ê Kanûna Pêşînê berdewam bike dê 116 fîlmên navxweyî û biyanî bên nîşandan ku ji wan 50 bi Kurdî ne.

Di merasîma vekirina festîvalê de fîlma derhênerê Kurd Sahîm Omer Xelîfe ya bi navê bi navê “Messiyê Bexdayê” hat nîşandan.

Fîlma “Messiyê Bexdayê”, berhemeke hevbeş a Belçîka, Holanda û Herêma Kurdistanê ye.

Di rojanên festîvalê de ji bilî nîşandana fîlm, belgefîl û kurtefîlman rojane panel derbarê sînemayê de hene.

Berpirsê Ragihandinê yê 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê Hesen Arif diyar kir ku di beşa fîlmên dirêj de, 7 fîlm hatin hilbijartin û dê ji bo heft xelatên cuda hevrikiyê bikin.

Îsal temaya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê zimanê Kurdî ye.

Welatê mêvan jî îsal Fransa ye.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê festîvaleke navneteweyî ya salane ya fîlman e ku yekem car sala 2012an hatiye lidarxistin.