Ciwan Haco diyariyeke sersalê ji bo hezkiriyên xwe heye

09-12-2021
RÛDAW
Diyariya Sersalê ya Ciwan Haco ji temaşevanan re
Diyariya Sersalê ya Ciwan Haco ji temaşevanan re
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku strana Ciwan Haco ya bi navê “Lêgerîn” di hefteyên borî de derket, strana wî ya nû “Dil Pîr Nabê” li bendê ye ku di rojên pêş de derbikeve pêşberî temaşevanan.

Gotinê Strana “Dil Pîr Nabê” ji helbesta Cegerxwîn e, û muzîkê jî Ciwan Haco çêkiriye.

Ev strana Ciwan Haco di salên 80yî de hatiye çêkirin û heta îro nehatiye tomarkirin; hefteya borî cara yekem hat tomarkirin.

Dîroka weşanê ya strana nû 09.12.2021 hatiye diyarkirin û wê di vê tarîxê de bi etîketa Red Music Digital re li hemû platforman dijîtal ên peywendîdar bê belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst