Şêwekara Fransî: Matmayî me bi xebat û têkoşîna şervanên jin ên Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Belavbûna çend portreyên şervaneke jin a Kurd li torên civakî ku ji aliyê şêwekara Fransî Elîzabeth Kargînelo, hatibûn girtin, karvedaneke zêde li pey xwe anî. Ew şêwekara ku wêneyên şervana kurd girtibûn, di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de, dibêje ciwanî û azayetiya şervana kurd Asya Enter Remezan bûye sedem ku zanyariyan zêdetir li ser Kurdan kom bike û bi vegotina çîroka girtina wêneyê şervana Kurd, dibêje portreyê Asyayê wisa lê kiriye ku zanyariyên zêdetir li ser hunera Kurdî peyda bike.

Rûdaw: Çi bû sedem û wisa li te kir ku tu di nav ew hemû jinên cîhanê de wêneyê şervaneke Kurd bigirî?

Elîzabeth Karginelo: Min ji ber vê yekê di nav wan hemû jinên cîhanê de wêneyê şervana jin a Kurd hilbijart, ji ber ku bi rastî matmayî mam bi xebat û têkoşîna şervanên jin ên Kurd, matmayî mam bi dîroka wan, matmayî mam bi rijdbûna wan a bo azadiyê redkirina wan a zilm, zordarî û ketina jêr destê çekdarên DAIŞê.

Ti zanyariyeke li ser wê şervana Kurd a ku te portreya wê girtibû heye?

Belê, navê şervana ku min wêneya wê girtiye, Asya Remezan Enter e, lê mixabin di şerekê de canê xwe ji dest da. Ev portreyên min weke rêzgirtinek bû bo wê keça ciwan ku niha ev şervan e bûye sembola qehremaniyê. Min gelek pê nexweş e, dema ku dibînim jin, zarok, pîr û ziyandîtiyên Kurd, ji aliyê Netewên Yekgirtî (NY) û Ewropiyan ve, tên paşguhkirin û bi tenê hatine hiştin. Mixabin min ti desthilatek nîne ku hevkariya vî gelê qehreman bikim, tenê bi rêya hunera xwe dikarim wisa bikim ku ti caran nayên jibîrkirin. Rûyê vê şervanê heta hetayê dê li ser tabloyên min bi zindî bimîne, bo her kesek bizane ka çend jinan xwe kirine qurbanî bo ku em bi azadî bijîn.

Berî niha derbarê gelê Kurd de ti zanyariyeke te hebû?

Belê, zanyariyên min li ser gelê kurd hene. Dizanim miletek in ku bi ser çend welatên weke Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê de hatine dabeşkirin. Ez vê jî dizanim ku Serokê Tirkiyê êrişî wan dike ku ev jî bo min cihê nîgeraniyê ye.

Gelo niyeteke te heye bo serdana Kurdistanê bikî?

Heta niha min bîr li wê nekiriye, ji ber ku dizanim ew navçe aram nîne. Li vir Kurdistan weke navçeya şer tê dîtin. Lêbelê eger dewleta kurdî ava bû, ez dê bi kêfxweşî serdana Kurdistanê bikim.

Beşek zêde ji tabloyên te wêneyên jin û otomobîlan in, sedemeke vê yekê heye?

Bi rastî otomobîlên kevn û jinên ciwan bi dirêjahiya karê hunera min her amade bûn û rengdana wan li ser karê min hebûye. Van mijaran jî bi ya min serkevtineke zêde bi dest aniye, ji ber hindê ez jî li ser vê rêyê berdewam im.

Herwiha beşek ji tabloyên te wêneyên jinên tazî û tehrîkker in, te çima ev şêwaz hilbijartiye?

Weke min berî niha jî got, jin sembola ciwaniyê ye, laşê wan jî rengvedana ciwaniya ewan e. Ciwaniya jinan zelaltir nîşan dide, laş û bedena jinê her tim cihekî berfireh di nav tabloyên min de digire.

Li Fransayê, nîgakêş bi pîşeyan debara jiyana xwe dikin, ev bo te jî wiha bûye?

Jiyana hunermendan her tim zehmet û dijwar bûye. Hinek sal bo şêwekar û hunermendan baş dibe û hinek sal jî dijwar û pir bi asteng dibe. Ji ber hindê ez niha kursa fêrkirina hunera wênegiriyê didim bo ku pê debara jiyana xwe bikim.

Derbarê hunera nîgarkêşiya Kurdî ti zanyariyeke te heye?

Zanyariyên min derbarê hunera şêwekariya Kurdî de gelek kêm in. Ji ber wê portreya ku min bo Asyayê çê kir, zanyariyên min li ser hunera Kurdî peyda bûn. Piştre zanyariyên min li ser Kurdan zêdetir bûn û têkiliyên min li gel miletê kurd zêdetir bûn.

Dawîn projeya te çi ye?

Projeya min a dawîn, portreya Asyayê bû û niha bi dawî nehatiye. Dibe dawiya meha Berfanbarê ew proje temam bibe, li gel wê jî bi niyaz im wêneyên çend şervanên din jî bigirim û belav bikim.

Hunermend Elîzabeth Karginelo sala 1973an li Parîsê weke zarokeke bav û dayîkeke penaber ên Portekîzê ji dayîk bû. Bi gotina wê hîn di zaroktiya xwe de peywendî û eleqeya wê li gel hunerê, taybet jî nîgarkêşiyê û di temenekî biçûk de dest bi wênegiriyê kiriye.

Asya Remezan (Viyan Enter) ku weke, ‘Angelîna Jolîa’ya Kurd tê naskirin, sala 1996an li bajarê Hesekê jidayîk bûbû, dawiya sala 2014an beşdarî nav refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û di operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê de beşdar bû û piştre heta roja şehdbûna xwe li navçeyên dewrûberên wî bajarî di nav şer û têkoşînê de bûye.