Li Efrînê filmek bi navê Çarenivîs hate çêkirin

Efrîn (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê fîlmeke aksiyonî li ser çîrokeke rastîn di derbarê kirîza Sûriyê de bi navê El-Mesîr yanî Çarenivîs hate çêkirin, û ew fîlim li holeke sînemayê ya bajarê Efrînê hate nîşandan.

 

Grûpeke çalakvan û medyakaran li Efrînê  fîlma El –Mesîr/Çarenivîs a li ser çîrokeke rasteqîne di derbarê kirîza Sûriyê pêşkêş kirin.

 

Fîlma El–Mesîr/Çarenivîs behsa gurûpên tundrew û têkbirina şoreşa Sûriyê dike, derhênerê wê filimê jî Ehmed Hemîdo ye.

 

Çîroka El–Mesîr/Çarenivîs çîrokeke rasteqîne ye û dide xuyandin ku çawa şoreşê destpê kir û piştre çawa hizr û bîra tundrew derbasî nava şoreşê bû û çawa şoreş ji armanca xwe hat dûrxistin û xerab bike.

 

Di derbarê kirîza Sûriyê de çend fîlimên din jî weke fîlma El–Mesîr/Çarenivîs xelatên navdewletî wergirtin, du fîlim ji wan  li ser dorpêç û şerê rojhilatê Helebê bûn, û du fîlim din  jî li ser wêranî û koçberiya Himsê bûn.


(A.B)