Xebat Duhokî klîbek bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Yusif Heso ku weke Xebat Duhokî tê naskirin ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê klîbek bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” belav kir.

Hunermendê Kur Xebat Duhokî li ser keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Îranê canê xwe ji dest dabû klîbek bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” belav kir ku ew dirûşm piştî kuştina Emînî li ser seranserê cîhanê belav bûye.

Jîna Emînî di roja 16ê Îlonê de, piştî desteserkirina polîsên exlaqê yên Îranê ve bi tohmeta pêbendê yasaya hîcabê ya Îranê nebûye canê xwe ji dest da. Ev jî bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan li beşeke zêde ya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Ji wê demê ve xwepêşandan û nerazîbûn berdewam in û hejmareke kes hatine kuştin û desteserkirin.

Xebat Duhokî vê klîba xwe “Jin, Jiyan, Azadî” pêşkêşî wan kesan dike ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de canê xwe ji dest dane.

Gotin û awaza stranê ya Şevger Mîrza ye, dîmenên klîbê jî bi şêweya reş û sipî ye û li Almanyayê û hatiye çêkirin.

Xebat Duhokî sala 1982 li gundê Girka Mîro yê Dêrikê ji dayik bûye. Sala 1999 dest bi karê hunerî kiriye.

Bavê wî jî sala 1982an dema ku temenê Xebat 7 roj bûn di nav Pêşmergeyên Kurdistanê de şehîd bûye.