Abdullah Keskîn: Xebatên me cara ewil e li Tirkiyê tê dîtin

Stenbol (Rûdaw) - Di çarçoveya pêşengeha pirtûkan de ku li Stenbolê di asta navdewletî de birêve diçe çend wêşanxane û nivîskar hatin xelatkirin. Bi heman mebestê wêşanxaneya kurdî Avestasyê hate xelatkirin.

Avesta ku heta niha bi sedan pirtûk çap kirine û bi dehan pirtûkên wê hatine qedexekirin Xelata Azadiya Derbirînê wergirt. Gerînendeyê wêşanxaneyê Abdullah Keskîn bal kişand ser fişar û givaşên li ser kurdî.

Mezintirîn pêşengeha pirtûkan a Tirkiye ango TUYAP li Stenbolê berdewam dike. Di çarçoveya vê pêşengehê de her sal çend wêşanxane û nivîskar ji alî Yekîtiya Wêşangerên Tirkiye ve têne xelatkirin. Îsal tevî çend navên din wêşanxaneyeke kurdî jî hate xelatkirin. Wêşanxaneya Avesta ku li Stenbolê ye di heman merasîmê de xelata ‘Azadiya Derbirînê’ wergirt.

Gerînendeyê Wêşanxaneyê Abdullah Keskîn ji Rûdawê re got: “Xebatên ku em dikin heta niha li derveyî Tirkiye bêhtir dihatin dîtin. Cara ewil e li Tirkiye jî tê dîtin. Yekîtiya Wêşangerên Tirikye jî ji bîr nekir û ew xelat dan me. Ez gelekî kêfxweş im. Cihê me li Stenbolê ye û ew jî karê ku em dikin dibînin, dişopînin û îro jî ew xelat dane Avesta. Cihê spasiyê ye û ez gelekî kêfxweş im.”

Wêşanxaneya Avesta ku di sala 1995an de hatiye damezrandin ji wê rojê pê ve bi sedan pirtûk li ser çand, dîrok û kultura Kurdan de çap kirine. Yekîtiya Wêşangerên Tirkiye jî di 25mîn saliya xelatkirinê de ew wêşanxane layiqî vê xelatê dît. Tenê di sala 2018an de 18 pirtûkên Avesatyê bi hincetên cihê hatin qedexekirin. Yekîtiya Wêşangeran ji ber ked û xebata di rêya azadiya fikrî de her sal van xelatan belav dike.

Derbarê mijarê de Serokê Yekîtiya Wêşangeran Kenan Kocaturk jî got: “Ji sala 95an vir ve lijneya me ya şopandina vê qade her sal raporan amade dike û li gorî van raporan jî em tabloyekê amade dikin bê ka li Tirkiye çi bûye û çi nebûye.  Bi taybetî binpêkirinên ku li qada wêşangeriyê dibin em  didin pêşiya xwe û ji bo piştevaniya wan em hewlên cihê didin. Hêviya me ew e da pêdivî bi vê yekê nemîne lê mixabin her beredaw dike ew binpêkirin û ew jî cihê xemîniyê ye.

Di heman merasîmê de Navenda Hunerê ya Ozan jî ‘Xelata Kedê’ wergirt. Herwiha herdû nivîskarên bi navê Bariş Terkoglû û Bariş Pehlîvan jî xelata nivîskariyê wergirtin. Di axaftinan de jî bo rewşa aloz a li qada ragihandinê û givaşên li ser azadiya derbirînê bal hate kişandin û daxwaz jî hate kirin da ew rewş bi dawî bê.