Dengbêjên Amedê li ber piyanoyê kilam gotin
Hewlêr (Rûdaw) - Tuluyhan Ugurlu yê piyanîst bi dengbêjên Amedê re konserteke biçûk a muzîkê da.
Piyanîst Tuluyhan Ugurlu li "Mala Dengbêjan" a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê, bi dengbêjên çand û hunera gelê Kurd re hat ba hev.
Di merasimê de Ugurlu li piyanoyê xist û dengbêjan jî li ber kilam gotin.
Parêzgarê Amedê Munîr Karaloglu jî beşdarî organîzasyonê bû û got ku dengbêjî çanda devkî ye û ragihand ku zimanê muzîkê him ji hêla herêmî û him jî ji hêla gerdûnî ve nêzî hev in û ew vê wisa qebûl dikin.
Munîr Karaloglu îdia kir ku ew weke parêzgarî qedr û qîmetê didin kevneşopiya dengbêjan û ji ser medyaya civakî konsera organîze dikin û wiha got: "Dibe ku di demeke nêz de dengbêjên me bibin komeke ku li çar aliyê dinyayê tên naskirin."
Ugurlu jî destnîşan kir ku ew ji hevdîtina bi dengbêjan re û guhdarkirina kilamên wan gelekî razî û kêfxweş bû û wiha domand: "Înşeallah wek projeyekê em dê tevlî dengbêjan li çar aliyê dinyayê konserekê bidin. Em dikarin vê bikin. Ji ber ku ez li vê derê me ser bilind û kêfxweş im."