5emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê hat lidarxistin

09-09-2024
Hêmin Ebdullah
5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobaniyê hat lidarxistin / Wêne: Rûdaw
5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobaniyê hat lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hêva Ehmed Cano Rojbeyanî Almanya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Gelsenkirschenê yê Almanya yê 5emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê hat lidarxistin.

Gelek fîlm hatibûn amadekirin û yekem fîlma ku hat nîşandan fîlma “Yek mûmik, du mûmik” bû.

Endama organîzatorên Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobanê Hêva Ehmedê daxuyand: "Îsal di festîvalê de 15 fîlm hatin nîşandan.

Di roja ewil de fîlmek û kurtefîlmek hat nîşandan. Di roja duyem de 8 û di roja sêyem de jî 6 fîlm hatin pêşkêşkirin."

Hinek fîlm ji Kanada, Îtalya û Fransayê beşdar bûn

Hêva Ehmedê da zanîn ku çend fîlm ji welatên Kanada, Îtalya û Fransayê di festîvalê de beşdar bûn û hatin werin xelatkirin.

Derhêner Cano Rojbeyanî ku bi fîlma “Yek mûmik, du mûmik” di festîvalê de beşdar bû, behsa wê yekê kir ku fîlma wî cara yekem di vê festîvalê de hat nîşandan lê berê li Bruksel, New York û Los Angelesê hatiye nîşandan.

Cano Rojbeyanî got:

"Ev fîlm di pêşbirka Golden Globeyê de wekî fîlmekî Kurdistanî hat hilbijartin. Lê me hîn jî di sînemayên Ewropayê de belav nekiriye."

Wî derhênerî got ku fîlma wî komediyeke reş e û roniyê dixe ser hin mijarên civakî yên girîng wek şideta dijî jinan.

Ji 92 welatan 848 fîlm ji festîvalê re hatine şandin

Li ser awayê hilbijartina fîlman jî endama organîzatorên Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê Hêva Ehmedê da zanîn ku îsal ji 92 welatan 848 fîlm ji wan re hatine şandin, di demekê de ku par fîlmên zêdetir hatibûn şandin.

Hêva Ehmedê sedema vê kêmbûnê bi wê yekê ve girêdide ku îsal şert û mercên qebûlkirina fîlman tundtir kirine "Piraniya fîlman bi zimanê Kurdî ne û piraniya wan jî ji Rojhilatê Kurdistanê ne."

Wê endamê organîzatorên festîvalê herwisa got ku ew dixwazin dewlemendan han bidin ku ne tenê bi çavê hunerî li fîlman binêrin û wer li wan bikin ku bi çavên karsaziyê li fîlman binêrin da ku derfetên zêdetir ji çêkirina fîlmên Kurdî re peyda bikin.

Hêva Ehmedê diyar kir ku sal bi sal hejmara beşdarên festîvalê zêdetir dibe û salona nimayişê bi temaşevanan tijî dibe û li gorî wê ev jî nîşana serkeftina festîvalê ye.

Cano Rojbeyanî ku di heman demê de di festîvalê de serokê lijneya nirxandina fîlman e ji bo dayîna xelatan li ser hilbijartina fîlman da zanîn ku komîteya wan ji 4 kesan pêk hat, 2 Kurd û 2 ji Hollywoodê.

5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobaniyê di navbera 6-8ê Îlona 2024an de hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst