Lîstikvaneke Kurd di rêzefîlmeke Netflixê de dilîze: ‘Kurdistan her gav bi min re bû’
Dusseldorf (Rûdaw) - Rêzefîlmya Xîlafetê ya ku li ser tora fîlman a Netflixê tê weşandin, dabaşa wan kesên rastgir dike ku ji Swêdê diçin Sûriye û Îraqê û ji wir jî diçin Mûsilê û dibin endamên xîlafetê.
Vê rêzefîlmê dengvedaneke mezin li pey xwe anî û lîstikvana wê ya sereke ku Kurd e xelata lîstikvana herî baş a salê ya Swêdê wergirt.
Lîstikvaneke Kurd a din ku navê wê Ala Reyanî ye di rêzefîlmê de beşdar e û dibe ku kêm kes zanibin ku ew xanim Kurd e.
Ala Reyanî di cîhana fîlm û lîstikvaniyê de li Ewropayê navekî berbiçav û naskirî ye.
Rêzefîlmya xîlafetê dabaşa du keçên Swêdî dike ku bi eslê xwe Ereb in û li ser fikra Îslamî ya radîkal tên mezinkirin, lewma ji Swêdê bar dikin ku bibin endamê DAIŞê.
Ala Reyanî di wê rêzefîlmê de rola dayîka wan her du keçan dilîze.
Ala Reyaniyê li ser rola xwe jî got:
“Roleke xweş û kûr bû û diviyabû ez baş wê karaktera ku zaf ji min dûr bû, fêm bikim.
Ew dayîkeke oldar bû û ez jî bi awayekî sekûler mezin bûme.
Rêwîtiya ku min di nava xwe de kir, hem xweş hem dijwar bû.
Xweş e meriv rolekê bilîze ku jê dûr be, çimkî gelek kedê dixwaze.”
Ala Reyanî derçûya beşa zanistên siyasî ye û bi awayekî akademîk hunera nimandinê nexwendiye.
“Haydariya ji xebat û qedera Kurdistanê her gav bi min re bû”
Ala Reyaniyê li ser xwendina xwe ya zanistên siyasî anî ziman:
“Ji biçûkaniyê ve, haydariya ji xebat û qedera Kurdistanê her gav bi min re bû, loma fêmkirina cîhana siyasetê ji bo min pir girîng bû.
Di heman demê de tê bîra min ku min ji dê û bavê xwe re got, ez dixwazim bibim stranbêj.
Êdî ez di rêya zanistên siyasî de çûm û dawiya dawî dîsa vegeriyam ser hunerê.”
Ala Reyaniyê diyar kir ku ew dem bi dem stranan jî dibêje û wiha pê de çû:
“Hin berhemên min hene.
Ez bi hunermend Wirya Ehmed re xebitîm û ev tecrubeya min jî heye.
Min stranên Kurdî yên resen gotine û min straneke Swêdî jî kiriye Kurdî.”
Li ser karê xwe yê siberojê jî ew behsa wê dike ku projeya wan girêdayî budceyê ye lê ew kar behsa dayîkeke Kurd û têkiliya bi keça wê ya biçûk re li xerîbiyê û dûriya wan ji Kurdistanê dike.
Ala Reyaniyê behsa wê yekê kir ku fîlm, kurtefîlm e û bi derhênerekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê re ku li Los Angelesê ye, di projeya wan de ye ku dê bikin fîlmeke dirêj a bi navê Jinê.
Ala Reyanî pirtûkeke bi Swêdî ya bi navê “Keça Şer” nivîsandiye û kesên ku ew pirtûk xwendine wekî çîrokeke bedew û dilrevîn diwesifînin ku dabaşa keçeke ku dê û bavê wê hatine Swêdê dike.
“Kes şer hilnabijêre”
Ala Reyaniyê her wiha anî ziman:
“Çîrok li ser min e lê di heman demê de çîroka gelek kesên din e.
Armanc jî ew bû ku ger ez qala xwe û malbata xwe bikim, jixwe ez mînaka bi milyonan malbatan im.
Ez dixwazim nîşanî cîhanê bidim ku te got Kurd, bizane Kurd çi ye û jiyaneke wî ya çawa hebûye.
Bizane şer çi ye û çawa diqewime. Ez di şer de hatim dinyayê. Kes bi serê xwe şer hilnabijêre.”
Xanima lîstikvan her wiha diyar kir ku wê ew çîrok di çarçoveyeke siyasî de vegotiye û da zanîn ku hêzên mezin ew hêlên sînor xêz kirine û ew êş û jan anîne serê me.
Loma ji wan zilhêzan bi xwe tê xwestin ku vê mijarê çareser bikin, “Ji ber ku tiştê wan zilhêzan aniye serê me, ez niha li xerîbiyê me, heke na, me dê dev ji welatê xwe berneda.”
Ala Reyanî beşdarî fîlma Yaxî bûye ku di Festîvala Cannesê de hat nîşandan û di wir de rola fermandareke Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dilîze.
Ala Reyaniyê di vî warî de got:
“Gava min ew rol wergirt, tevî ku roleke pir biçûk bû jî ez pir kêfxweş bûm. Her çi qas fîlm qala DAIŞê dike û li Sûriyê ye, Kurd tê de gelekî kêm in.”
Ala Reyaniyê diyar kir ku di rola wê de dîmenek hebû ku diviyabû zarokekî şkence bike lê ev li ba wê ne guncaw bû û ne bi dilê wê bû.
“Kes ji Kurdan baştir nizane hûrgiliyên Kurdbûnê nîşan bide”
Ala Reyaniyê da zanîn ku ji bextê wê yê çê pisporekî leşkerî wekî şêwirmend bi tîma wan re hebû ku beşdarî şerê DAIŞê bûbû, ji derhêner re gotiye:
“Divê ew dîmen nebe ji ber Kurd şkenceyê nakin û ne tiştekî wiha ye ku li nik wan heye” û got, “êdî ew beş jê bir.”
Ala Reyanî di wê baweriyê de ye ku di her warî de mafên Kurdan hatine xwarin û ku digihe warê hunerê jî gelek tiştên Kurdan hene ku diviyabû wekî xwe bihatana nîşandan lê nehatin nîşandan.
Ala Reyaniyê anî ziman:
“Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin. Her wiha zaf girîng e ku em wekî Kurd beşdarî wan fîlman jî bibin ku kesên din ên ne Kurd wan çêdikin û rolên kesên Kurd di wan de hene.
Ji ber ku ti kes ji Kurdan bi xwe baştir nizane hûrgiliyên Kurdbûnê nîşan bide.”