81emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê: Derhênerê Siwêregî xelat stand

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan 81emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê Murat Firatoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma bi navê “One of Those Days When Hemme Dies” ku derhêneriya wê Murat Firatoglu kiriye di 81emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de Xelata Taybet a Juriyê wergirt.

Xelatên 81emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê şeva borî hatin dayîn.

Fîlma “One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” di beşa Orizzontiyê de hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.

Fîlm ji aliyê Murat Firatogluyê ji navçeya Siwêrega Rihayê ve hatiye nivîsandin û wî bi xwe lîstikvanî û derhêneriya wê jî kiriye.

Di fîlmê de Salih Taşçi, Murat Firatoglu, Sefer Firatoglu, Guneş Sayin, Alî Barkin Bîrkan, Firat Bozan, Çetîn Firatoglu dilîzin.

Çîroka fîlmê li ser Eyûbe ku li Îzmîrê îflas dike û vedigere bajarê xwe Siwêregê ye.

Eyûb piştî ku vedigere bajarê xwe, bi alîkariya hevalê xwe, li zeviyê ku li bin tava germ bacanên sor tên hişkirin dest bi xebatê dike.

Nîqaşa wî ya bi çawûşê bi navê Hemê re ku heqdestê wî nade û nakokiya hest û ramanên wî di fîlmê de tên dîtin.

Dîmenek ji fîlma “One of Those Days When Hemme Dies/ Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire”

Murat Firatoglu kî ye?

Murat Firatoglu sala 1983yan li navçeya Siwêregê yê Rihayê ji dayîk bûye.

Firatogluyê ku beşa hiqûqê qedand, bala xwe da ser sînemayê.

Wî di salên 2004-2008an de li atolyeyên Klûpa Sînemayê ya Navenda Hunerê ya Amedê dersên senaryo, derhênerî, kamera, ronahî, deng û montajê dîtin.

Di salên 2007-2011ê de beşdarî bernameyên din ên berhamanîna fîlman bû ku ji aliyê Festîvala Fîlman a Qersê ve hatibûn organîzekirin.

Sala 2013yan beşdarî atolyeyên berhamanîn û derhêneriya fîlman bû ku ji aliyê Reha Erdem ve hatibûn organîzekirin.

Sala 2016an beşdarî bernameya perwerdeya nivîsandina senaryoyê bû ku ji aliyê Kovara Sînemayê ya Altyaziyê ve hatibû organîzekirin.

Firatoglu li Stenbolê dijî û parêzeriyê dike.

Fîlmên Murat Firatoglu:

One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire – 2024

Kholoud Ahmed'in Fotografi/Wêneyê Xolod Ehmed – 2016

Butun Mumkunlerin Kiyisi/Deriyê Hemû Mumkunan – 2017

Saman Tozu/Toza Kayê – 2008

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst