Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney berî 38 salan koça dawî kir

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Guney Sînemaya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser koça dawî ya Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney re 38 sal derbas bûn.

Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 38 salan di 9ê Îlona 1984an de li Parîsê koça dawî kir.

Yilmaz Guney bi nasnavê "Şahê Kirêt" dihat nasîn û di sala 1982an de di Festîvala Fîlman a Cannesê de Palmiyeya Zêrîn bi fîlma xwe yê bi navê "Rê" wergirtibû. Ew hem wek senarîst û derhêner û hem jî wek lîstikvan serkeftî bû.

Yilmaz Guney ê ku bi fîlmên xwe yên wek "Yol-Rê", "Suru-Kerî" û "Umutsuzlar-Bêhêvî" tê zanîn, di 114 fîlman de lîstiye, derhêneriya 26 fîlman kiriye, 15 fîlm çêkirine û senaryoya 64 fîlman nivîsandiye.

Yilmaz Guney di 1ê Nîsana 1937an de li gundê Dîsman ê Edenê ji dayik bû lê ew bi eslê xwe ji navçeya Siwêreg a Rihayê bû. Wî ji ber hejariyê dest ji xwendinê berda û wek karker di sînemeyan de kar kir.

Yilmaz Guney roja di 47 saliya xwe de li Parîs a paytexta Fransayê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst