Şêwekar Luqman Ehmed wêneyeke Makbule Ozer xêz kir

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Luqman Ehmed Makbule Ozer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwekarê ji Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmed wêneyeke Makbule Ozer a ji Bakurê Kurdistanê xêz kir.

Şêwekar Luqman Ehmed îro Înê 9ê Îlona 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyeke Makbule Ozer a 80 salî ya ku roja Çarşemê ji Girtîgeha Wanê derketibû belav kir.

Luqman Ehmed di parvekirina xwe de got, “Em ji te hezdikin. Ji gula di destê te de, ji çirûska di çavên te de Dayika hêja Makbule.”

Makbule Ozer a 80 salî û Hadî Ozer ê hevjînê wê di 9ê Gulanê de bi tohmeta "alîkariya rêxistina terorê" li navçeya Artemêt a Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi cezaya 2 sal û mehek a girtîgehê hatibûn girtin, ew tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran jî ji girtîgehê bernedidan lê roja Çarşema 7ê Îlona 2022an Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Makbule ya ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nekarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, biryara taloqkirina salekê ya cezaya wê ya girtîgehê da.

Luqman Ehmed kî ye?

Luqman Ehmed di sala 1972an de li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, xwendina seratayî li wir temam kiriye, piştre tevî malbata xwe li bajarê Hesekê bicî bû ye, li wir dest bi karê hunerê kiriye. Ji zarokatiya xwe ve karên hunerî dike, ji sala 2010an ve li derveyî welat, li Virginia ya Amerîkayê dijî û heta niha zêdetirî 100 pêşangehên serbixwe û hevbeş li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Swîsre, Almanya, Fransa, Misir, Lubnan û Amerîkayê li dar xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst