Mohsen Namjoo dê li Wanê û çend bajarên din konseran saz bike

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mohsen Namjoo Wan Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Îranî Mohsen Namjoo yê ku ji aliyê New York Timesê ve wek "Bob Dylonê Îranê" hatiye binavkirin dê li 4 bajarên Tirkiyê û bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê konseran saz bike.

Mohsen Namjoo cureyên muzîkê yên rock û cazê bi muzîka kevneşopî ya Îranê re li hev tîne, di çarçoveya çend konseran li bajarên cuda de dê serdana Tirkiyê bike.

Yekem konsera Namjoo di 2ê Kanûna 2022an de li bajarê Stenbolê tê sazkirin. Ev hunermend piştî   konsera li Stenbolê, di 3ê Kanûnê de li Bursayê, 7ê Kanûnê li Enqere û 8ê Kanûnê jî li bajarê Konya yê Tirkiyê dê konsertên xwe saz bike.

Mohsen Namjo herî dawî di 10ê Kanûna 2022an de jî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Mohsen Namjoo li parêzgeha Xorasanê ya Îranê ji dayik bûye ku piraniya xelkê wê Kurd in. Namjoo li wir  mezin bûye û zanîngeh jî li Îranê xilas kiriye. Niha li New York a Amerîkayê bi cî bûye û di Zanîngeha Stanfordê de wek profesorê muzîkê kar dike û heta niha 17 album derxistine.

Mohsen Namjoo di sala 2009an de ji ber kêmxistina Quranê di klîbeke xwe de ji aliyê dadgehên Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal cezayê zîndanê hatibû cezakirin.

Namjoo çend stranên xwe bi zaravayên cuda yên Kurdî jî gotine û ji aliyê ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve gelek tê hezkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst