Çapa taybet a “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” derket

Hewlêr (Rûdaw) - Çapa taybet a “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku Celîl Dustxah wek du cild bi Farsî amade kiribû û yek ji edisyonên baş tê zanîn, bi wergera Tahir Agûr bi Kurdî derket.

Weşanên Avestayê çapa taybet a pirtûka “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku ji 552 rûpel pêk tê bi rengên sor, gewr û qehweyî weşand.

Avesta, pirtûka Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye, ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin çap kir.

Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" tê zanîn.

Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi Farsî û Kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û herwiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd. hatine dayîn ku çarçoveyeke baş derbarê mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.

Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek di derbarê peyv û biwêjên Avestayê de hatiye nivîsandin.