![Weşanên Avestayê pirtûka “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” bi zimanê Kurdî çap kir. Weşanên Avestayê pirtûka “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” bi zimanê Kurdî çap kir.](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/601113Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=4295106)
Weşanên Avestayê pirtûka “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” bi zimanê Kurdî çap kir.
Hewlêr (Rûdaw) - Çapa taybet a “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku Celîl Dustxah wek du cild bi Farsî amade kiribû û yek ji edisyonên baş tê zanîn, bi wergera Tahir Agûr bi Kurdî derket.
Weşanên Avestayê çapa taybet a pirtûka “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku ji 552 rûpel pêk tê bi rengên sor, gewr û qehweyî weşand.
Avesta, pirtûka Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye, ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin çap kir.
Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" tê zanîn.
Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi Farsî û Kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û herwiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd. hatine dayîn ku çarçoveyeke baş derbarê mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.
Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek di derbarê peyv û biwêjên Avestayê de hatiye nivîsandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse