Şehram Nazirî: Mûzîka Kurdî yek ji kevnartirîn muzîkên cîhanê ye

09-08-2015
Eskender Ceiferî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Rojhilata Kurdistanê Şehram Nazirî dibêje muzîka kurdî, yek ji kevnartirin muzikên cîhanê ye û pêwist e Îran girîngiyê bide muzîka kurdî.

 

Hunermendê kurd ê ji Kirmaşanê Şehram Nazirî diyar kir, eger Îran zêdetir giringiyê bi muzîka kurdî bide, wê demê muzîka îranî jî di asta cîhanî de bi pêş bikeve.

 

Şehram Nazirî dibêje mûzîka kurdî, yek ji mûzîkên bê mînak e û pêwîst e ku weke mûzîka esîl ya îranî were naskirin.

 

Nazirî, di koniseretekê de ku li bajarê Şehrê bû, got ku muzîka îranî û bi taybetî mûzîka kurdî, xwediya aliyên cuda weke îrfan, berxwedan, fulklor û hizrê ye.

 

Herwiha Nazirî got mûzîka suninetî ku weke muzîka îranî tê binavkirin û yek ji wan jî muzîka kurdî ye, lê di asta cîhanê de weke pêwîst nehatiye naskirin.

 

Li gora nazîrî, li Îranê weke pêwîst giringî bi mûzîka eqwaman jî nehatiiye dayîn. Armanca wî ji eqwaman, kurd, lur, belûç, azerî û tirkmenin li Îranê ne.

 

Ew dibêje kurd, xwediyê dîroka berxwedanê ne û wan kariye esaleta xweya nijadî biparêzn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst