Evîn Şah klîba xwe ya nû li San Francisco kişand

Stenbol (Rûdaw ) - Hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Evîn Şah ku bi dengê xwe yê serhedî gelek stran, klîb û xebatên muzîkê heta niha tomar kirine, bi stran û klîbeke xwe ya nû derket pêşberî hezkiriyên xwe. Evîn Şah klîba xwe ya bi navê ‘Şahîno’ li San Francisco ya Emerîka kişand.

Klîba ku di dema coronayê de û bi şert û mercên bi zehmet de hatiye kişandin bi xebateke kolektîf encam daye. Klîba ku piraniya wan piştevanan jî biyanî ne di maweyê 7 mehan de temam bûye.

Hunermend Evîn Şah ku derdora 15 salan e bi Kurmancî, Soranî, Zazakî, tirkî û biyanî strana dibêje ew 7 sal in li ser kilamên dengbêjiyê dixebite di derbarê berehma xwe ya bi navê ‘Şahîno’ de wiha dibêje: “Dema cara ewil min kilama ŞAHİNO guhdarî kir, tesîreke mezin li ser min çêbû, hêstirê min bê hemdê xwe hatin xwarê. Ez ketim nav çîroka wê û ji wê rojê vir de çi qas dibêjim heman tiştî hest dikim, bi dilê xwe nikarim, pê re digirîm. Çiqas min vê kilamê digot, hevalên min û kesên ku guhdarî dikirin, ji min dixwestin ku ez klîpa wê derxim”.

Klîba ku bi bi aranjoriya Erdem Altinses û bi stileke dengbêjiyê hatiye honandin bi dehênerî, senaryo, dizayna cilûberg û kreatoriya Oktay Şahînê hevjînê hunermendê bi dawî hatiye.

Hunermenda ku tevî malbata xwe beriya demekê li Amerîka bi cî bibû dide zanîn ku wê stranê tesîreke zêde li ser jiyana wê kiriye û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe, “Her gotineke sitranê min dibe, li nav xem û kesera dilê wê dayîka birîndar digerîn e. Dayîkek ku zaroka xwe ji dest bide wê halê wê çawa be?! Wê jiyana wê çawa be?! Her çiqas li heyatê be jî, ew wek mirîyek e. Êdî tehmek, xweşiyek ji jiyanê nagir e. Ez jî dayîkekim û dayîka min jî he ye. Dayîka min timî ji boy me (zarokên xwe) dua dikir digot ''xwedê rihê min li pêşiya we bistîne, xwedê derdê we nîşanî min nede'' û hwd. Piştî ez bûm dayîk min wateya wê fêm kir. Dayîk naxwazin neynûka zarokên wan jî li kevir bikev e. Ez jî bi vê kilamê dibêjim, hêvî dikim êdî tu dayîkek derdê zarokên xwe nebînin, zarokên xwe ji dest nedin. Hemû zarok li gel dê û bavê xwe, di nav xweşî, aramî û bi dilşadî bij în. "

Evîn Şahî herwiha klîba xwe ya nû pêşkêşî kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dike û dibêje: "Ez vê klîpê diyariyê Kurdên Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakûr dikim. Hêvî dikim ev klîp Ji bo yekîtiya gelê Kurd xizmetê bik e. Rengê me, zimanê me, ola me çi dibe bila bibe, Kurd tev de bibin yek, bi hev re dîlana yekîtiyê bigrin. Êdî tu qewetek nikaribe yekîtiya me xerav bik e. Silav û Rêz."

Klîba Evîn şah niha li ser platformên dijîtal tê weşandin.  Klîb li ser YouTube hatiye weşandin.