Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê destpê dike

09-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê (AKFF) 13ê Gulanê destpê dike û heta 15ê Gulanê berdewam dike û biryar çend fîlmên kurdî yên xelatgirtî jî bêne pêşandan.

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê Rêber Doskî ji Rûdawê re ragihand ku festival di 13-15ê Gulanê de wê were lidarxistin.

Derhênerê Kurd Rêber Doskî da zanîn ku festîval li bajarê Amsterdam li Sînema Krtelhaus bi fîlma “Cîran” Derhênerê sînameyî yê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl dest pê bike. 

Rêber Doskî diyar kir ku ew ji Kurdên ku li Holanda dimînin dixwazin ku di festîvalê de beşdar bibin û got: “Em dixwazin bi rêya fîlman pireke navbera çanda Holanda û Kurdî de ava bikin.”

Di festîvala îsal de fîlmên metraj dirêj, kurtêfîl, belgefîlm û anîmasyon bên peşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst