Salvegera koça dawî ya Mela Ehmedê Palo

Hewlêr (Rûdaw)- Mela Ehmedê Palo yek ji helbestvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanê  ye. Berî 24 salan, roja 09ê Gulana 1991ê koça xwe ya dawiyê kir.

Gellek berhemên Melayê Palo di warên helbest û zimanê kurdî de hene, lê tenê beşekî hindik ji wan berheman hate çapkirin û belavkirin.

Dastaneke navborî bi navê (Civîna Nemiran) heye, ji 10 hezar malikan pêk tê. Pirtûka wî ya (Rêzimanê kurdî) jî piştî 20 salan ji koçbûna wî hate çapkirin, herwiha 2 ferhengên wî yên neçapirî hene. Ew bi zimanên Kurdî, Tirkî, Farisî û Erebî şareza bû.

Mela Ehmedê Palo sala 1920an li gundê (Sêra Çorê) yê ser bi bjarê Palo, li bakurê Kurdistanê  ji dayik bû, ji sala 1936an ve li Rojavayê Kurdistanê niştecî bû. Bavê wî jî Mihemedê Mistefayê Palo ye, ku di Şoreşa Şêx Seîdê Pîran de beşdar bû.