Helbestvan Emîralî Yagan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskarê Dêrsimî Emirali Yagan ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Biryar e Yagan li bajarê wî Dêrsimê bê definkirin.

Helbestvan-Nivîskar Emîralî Yagan ku bi salan e li Fransayê dijî û ev demek bû li Parîsê bi nexweşiya ALSê re ketibû, koça dawî kir.

Emîralî Yagan ku di sala 1958an de li Dêrsimê ji dayik bûye, di derbeya leşkerî ya 1980an de hatibû girtin û piştî ku ji girtîgehê derket, koçberî Fransayê bû.

Biryar e cenazeyê Yagan ji bo bajarê wî Dêrsimê bê veguhestin û li wî bajarê Bakurê Kurdistanê bo axê were spartin.

Emîralî Yagan di sala 1958 de li bajarê Dêrsimê hatiye dinê, li Enqere beşê enstutiya perwerdê û li Parîsê jî zanîngeha beşê Nivîsa Nûjen xwendiye.

Yekem pirtûka xwe ya helbestan bi navê “Urmiye Mavisi / Werzê Urmiye” li zindana Mamakê dinivîse û di sala 1989 de ev pirtûka wî tê weşandin.

Nivîskarê Dêrsimî ji xeynî berhem anîna helbest, çîrok û nivîsan gelek berhem wergerandine.

Yagan gelek pirtûkên xwe yên helbestan hene bi zimanê Kurmanckî, Tirkî, Ingilîzî û Fransî çap kirine,  di heman demê de senaryoya belgefilmên “Dersim Tertelesî, Qelema Sur û Kara Vagon” nivîsîne.

Pirtûka wî ya herî dawî ya bi navê “Her Yerden Hiçbir Yere / Ji Her Cihekê Ber Bi Ti Cihekê) di van rojên dawî de hatibû belavkirin.