‘Xecê û Siyamend’ dîsa dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Rêzefîlma kurdî ya Xecê û Siyamend, ku du sal bû pexşa wê hatibû sekinandin, dê dîsa were pexşkirin.

Wênegirtin û kişandina rêzefîlma Xecê û Siyamend, ku ev dul sal in hatibû sekinandin, dîsa dest pê kiriye.

Dilniya Kamosî, ku rola Xecê di rêzefîlmê de dilîze, ji Rûdawê re got, ev çend roj in me dîsa dest bi wênegirtina rêzefîlma Xecê û Siyamend kiriye.

Rêzefîlma Xecê û Siyamend ji aliyê Nazim Dilbend ve hatiye nivîsandin û derhênertiya wê jî Nizar Mame dike, kamera jî li ser milê Pêşewa Neberd e.

Xecê û Siyamend dê meha Remezana îsal were pexşkirin.