‘Ji me re Dubaî ne lazim e’

09-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Hevpeyvîn: Zekî Ozmen

 

Koln (Rûdaw) - Hunermend Delîl Dîlanar di nava muzîka kurdî de bi taybetî bi şêwaza xwe ya xweser tê nasîn. Ew yek ji kêm hunermendan e ku stranên dengbêjî bi piştgiriya amûrên mûzîkê yên cûre yên kevin û nû pêşkêşî mûzîkhezên xwe dike. Dîlanar di warê afirandina stranên nû de jî xwedî stîlek taybet e. Hunermend Delîl Dîlanar di van demên dawî de gellek caran serdana Başûrê Kurdistanê dike.

 

Di demên dawî de hûn gellek caran serdana Başûrê Kurdistanê dikin. Gelo sedema van serdanên we hunerî ye yan jî meseleyên taybet hene?

 

Belê, ez niha tenê dikarim biçim Başûrê Kurdistanê û nikarim biçim parçeyên din. Bi taybetî jî Bakur hêj ji bo min qedexe ye. Başûr jî parçeyekî Kurdistanê yê azad e û rêya çûyîna me li wir vebû. Eger ez 4-5 caran ji bo bernameyên taybet çûbim, 4 caran jî ji bo gerê çûme. Bi wî awayî min xweza û rewşa Kurdistanê ji nêz ve dît. Kurdistanek ava dibe, bi çi rengî ava dibe û sîstemeke çawa ye, mirov nikare ji dûr ve bibîne. Ez gellek caran çûm û demek dirêj jî li wir mam. Hefteya derbasbûyî ji wir vegeriyam, li wir bernamayeke min a taybet hebû.

 

Xebatên te yên hunerî li wir hene?

 

Na, niha li Başûrê Kurdistanê ji xeynî bernameyan tiştekî min ê taybet nîne.

 

Kurdistan hê jî ne serbixwe ye, heta em niha rabin hinek rexneyan bikin  

Tişta li Başûr herî zêde bala we dikişîne çi ye?

 

Kurdistan ji nû ve ava dibe. Kurdistan hê jî ne serbixwe ye, heta em niha rabin hinek rexneyan bikin. Lê Kurdistan hêdî hêdî çêdibe. Miletê me hêj hînî kar û barê dewletî û sîstemî nebûye. Ev demeke û divê hinekî kêfa wê azadiye bikin. Demeke din ew bi xwe wê têbigihêjin. Lê eger ez polîtîka û hikûmeta Kurdistanê bêjim, di aliyê netewî de erênî dibînim. Siyaseta wan, bi taybetî jî cenabê serok Mesud Barzanî siyaseteke baş vê demê dimeşîne. Me hevdîtin jî ligel wî çêkir. Tişta herî giring ew bû, got em Kurd li hember hev êdî şerê birakujî nakin. Ev tiştekî pirr mihûm e. Tiştên din, mixabin kêmasî hene, bi hezaran kêmasî hene. Li Ewropayê jî kêmasî hene. Ne tenê li Iraq, Sûrî, Îran û Tirkiyeyê, me li van welatan jî neheqî dît. Bo wê jî ez baş dibînim, pêşketineke gellekî mezin heye. Pêşketina herî mihûm ez dibêjim divê di aliyê fikir, çand û hunerê de be. Bi ekonomiyê gelek dikare biçe cihekî, lê eger çand û bingeh tine be, dikeve û dibe kesek ku êdî nikaribe wî welatî ji erdê rake ser piyan.

 

Eger bi kurtî hûn bibêjin filan tişt li Kurdistanê di destê min de ba, minê biguherta, ew tişt çi ye?

 

Niha îdiayek min a wisa mezin nîne. Jixwe camêran ewqas sal in xebat û xizmet kirine, ez nikarim bibêjim di destê min de bûya. Di aliyê perwerde, zanistî, çandî û hunerî de divê hineke din zêdetir giringiyê bidin van tiştan. Ne tenê çêkirina avahî û aboriyê. Em bibêjin Kurdistan wê bibe Dubaî, Dubaî ji me re ne lazim e. Ji me re fikir, çand, huner û mirov bikaribe bi rastî bi fikir û ramanên xwe azad bijî lazim e. Ji bo min gellekî mihûm e ku li wir xelk ji olên cûre bi awayekî aştiyane dijîn, ev li welatên din kêm e.

 

Li Kurdistanê gellek televizyonên muzîkê hene. Li her derê muzîk tê guhdarkirin û hunermendên nû derdikevin. Dîtina te li ser muzîka li Başûr tê pêşkêşkirin çi ye?

 

Başûr niha gihiştiye azadiyekê û wê niha gellek tiştan biceribînin. Tiştên xelkê pêncî sal berê ceribandin, Başûr ji nû ve wan tiştan nas dike. Pêşiyê divê mirov here wir û xizmetê bike. Ew kesên ku rexne dikin, gelo projeyên wan û me hunermendan hene? Ew mirov tiştekî nebînin û bi guhên xwe nebihîsin, wê çawa pêşbixin? Perwerde di hemû aliyan de pêwist e. Ne sansûr, lê wekî hemû dinyayê divê polîtîkayeke hikûmetê ya li ser wan klîpên ku têne weşandin hebe. Divê bibêje ev çanda min e, divê ev derkeve pêş û tiştên din jî rastiya min in û ew jî wê di kêlekê de bin.

Divê fikir pêş bikeve. Ez diçim klîba xwe li Başûr çêdikim, lê hunermendê me yê ji Başûr jî diçe li Stenbolê behrê nîşan dide

 

Hunermendên li Başûr dijîn rexneyek wan li yên ji derve dijîn heye; Dibêjin dema ew tên, bêhtir qedir û qîmet ji wan re tê nîşandan....

 

Li hemû dinyayê wisa ye. Hunermendek ji Başûr were Bakur an Ewropayê, heman tişt e. Em li Ewropayê dijîn û dema hunermendek ji Tirkiyeyê tê, heman tişt e. Ev teştekî normal. Lê divê xwe hinekî vekin û derkevin derveyî Başûr. Di stranên xwe de li Bakur, Rojhilat û Rojava jî bifikirin û li Kurdên li Ewropayê jî bifikirin. Mixabin hunermendên me yên li wir hinekî jî apolîtîk in. Binêrin, em li Ewropayê dijîn lê em di bernameyên xwe de cilûbergên kurdî li xwe dikin. Tu diçî Başûr, porê xwe hezar cûre jole lêxistiye. Divê fikir pêş bikeve. Ez diçim klîba xwe li Başûr çêdikim, lê hunermendê me yê ji Başûr jî diçe li Stenbolê behrê nîşan dide. Eger li şûna ku li Amerîkayê li Ferariyekê siwar bibim, li welatê xwe li hespekî siwar bibim û welatê xwe bidim nasîn, wî wextî xelk wê baştir guhdariya min bikin.

 

Di dawiyê de pirsa klasîk; Çi proje di destê te de hene?

 

Di vê salê de du heb albûmên min derdikevin. Yek ji bo bîranîna Şeroyê Biro ye û arşîv e û ya din jî CD ya min a şexsî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst