Weşanxaneyên Avestayê û Sîtavê li 15. Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê ne

Hewlêr (Rûdaw) - 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê duh bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir. Di pêşangehê de ku ji gelek welatên cîhanê zêdetirî 300 weşanxane beşdar bûn, ji Bakurê Kurdistanê Weşanxaneya Avestayê û Weşanxaneya Sîtavê jî beşdar bûn.

Berpirsa Weşanxaneya Avestayê ya Amedê Songul Keskîn ku di 15. Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê li ser standa Avestayê bû, ji Rûdawê re ragihand ku ew cara sêyemîn e beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê dibine.

“Gelek ciwanên Soran hene ku dixwazin Kurmancî hîn bibin”

Berpirsa Weşanxaneya Avestayê ya Amedê Songul Keskîn diyar kir ku ji ber eleqeya mezin a du pêşangehên borî ew matmayî mane û got, “Ji ber ku em bi latînî dinivîsin û zaravaya me Kurmancî ye berê Soran dûr disekinîn lê dema hatin herî zêde matmayê kir xortan dixwestin pirtûkên Kurmancî bixwînin. ”

Keskîn amaje bi wê yekê kir ku wan 3 pirtûkên ku nû çap kirine, yekem car e li Hewlêrê didin nasîn û got, “Rewşa Tirkiyê her ku diçe xerabtir dibe. Heta vê emrî min nedît ku roja baştir bibe. Piştê wê jî erdhej. Di wê rewşa xirab de me ev pirtûk amade kirin. Dema ez sînor derbas dikim, ez azad dibim, gelekî kêfxweş dibim, kesên li derdora min bi Kurdî diaxivim, ala û azadî tiştekî din e. Hestekî din e ez bi gotina nikarim bînim ziman.”

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî jî diyar kir ku ew yekem car e beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê dibin û got, “Beriya niha em li Silêmaniyê beşdarî pêşangehan bû lê ji bo me ev der ji Silêmaniyê baştir e ji ber ku Kurdên Bakur zêdetir li vê derê hene, her wiha Başûriyên ku bi latînî jî dixwînin li vê derê zêdetir in.”

Qahir Bateyî li ser daxwaza xwendekaran a li ser beşên wêjeyê anî ziman, “Roman bala wan ciwanan dikişîne, yên navsere zêdetir lêkolîn û dîrok û folklor jî hem bala ciwanan dikişîne hem yên mezinan.”

Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 8ê Adara 2023an bi amadebûna Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraq Federal Fayiq Zîdan, hejmareke siyasetmedar, konsul û nûnerên welatan, nivîskar û hunermendan 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê vekir.

15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê heta roja 18ê Adarê berdewam dibe.