Îro salvegera wefata hunermendê navdar Mihemed Şêxo ye

09-03-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hunermend Mihemed Şêxo Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 9ê Adarê, salvegera wefata hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo ye, ku ew jî weke gelek hunermendên din, feqîr jiya û feqîr çû. Lê berhemên gelekî dewlemend li pey xwe hiştin.

 

Derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi kilam û stranan digot, guhdar û hezkerên wî bi guhdarîkirina deng û awazên wî di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem û kêf û şahî de diçin û tên.

 

30 sal in ku Mihemed Şêxo ji dinyayê bar kiriye, lê ew guldesteya ku li pey xwe hişt ku berhem û awaz û stranên wî ne, qet û qet ji nav xelkê bar nekirin û bi vê yekê jî ew herdem di dilê guhdar û hezkerên xwe de zindî dimîne.

 

Bavê Can gihişt serdema Mihemed Şêxo. Ew baş dizane ku Mihemed Şêxo çiqasî bi doza gelê xwe bawermend bû û çiqasî ew di ber bawerî û xebata xwe de rastî îşkence û girtin û zindanan hatiye.

 

Hunermend Bavê Can dibêje: “Gelek azar kişandin. Gelek zehmetî dît. Çûna wî bo Lubnanê, çûn û hatina Kurdistanê, Sûriyê gelek zehmetî dît. Mihemed Şêxo ne tenê dengbêjek bû, Mihemed Şêxo dengê ku dida, di cih de digihîşt dilê guhdaran.”

 

Stranên Mihemed Şêxo mîna çemên herikî yên deşt û zozanên Kurdistanê, herdem nû ne û tucarî kevn nabin. Bi herikîna xwe dibin mîna pirekî di navbera nifşên nû û kevn de.

 

Mihemed Şêxo bêtirî 14 kasetan û nêzîkî 110 stranan li arşîva muzîka Kurdî zêde kiriye, ew weke kelemperekî li ber bayê evîna welat ji parçeyekî ber bi parçeyekî din ve diçû. Lewma hezkerên wî li her çar parçên Kurdistanê hene.

 

Mihemed Şêxo ango Bavê Felek bavê sê zarokan bû, Îbrahîm kurê Mihemed Şêxo yê mezin e, rengê bavê xwe biriye lê şansê wî nebû ku gelekî pê re bijî û jê têr bibe, xemxuriya Mihemed Şêxo ji kul û derdê milet re û binçavkirina dewleta Sûriyê jê re, derfet nedida ku ew di wî temenê xwe yê kurt de ku 41 sal derbas nekir, bi zarokên xwe şad bibe.

 

Sozeke Bavê Felekê bi Adarê re hebû. Wî kulek li kulên Adara ku ji Kurdan re tijî xweşî û ne xweşî ye zêde kir. Mihemed Şêxo di demekê de ku kurtepist li gelê wî hatibû qedexkirin, wî bi dengê bilind û bê tirs doza Kurdistaneke azad dikir, lewma hezkerên wî xebat û têkoşîna wî, herwiha zordariya ku derbas kiriye li berçav digirin û ne tenê biharan lê di hemû dem û demsalan de wî bi rêya stran û awazên wî, zindî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst