Fîlma Şahsiyet: Sehneya Kurdî bû rojev

Hewlêr (Rûdaw) - Sehneya fînalê ya fîlma Şahsiyetê ya li ser Kurdî li ser medyaya civakî bû rojev.

Di fîlma derhêner Haluk Bîlgîner de ku Xelata Emmyê wergirt, di fînala heyama duyem de mijara Kurdî bû rojev.

Mijara fîlmê Şahsiyetê ya heyama duyem, kuştinên "kiryarnediyar" ên salên 90î û Dayikên Şemiyê ne.

Di beşa fînalê de ku li ser platforma Gainê hat weşandin jineke Kurd ku bi Tirkî nizane li dadgehê tê darizandin û dadwer rê nade parastina xwe bi Kurdî bike.

"Min çil carî got, bi Tirkî biaxive"

Dadwer axaftina jina Kurd dibire û jê re dibêje, “Yahû min ji te re çi got? Xatûn bi Tirkî biaxive. Min çil carî got.”

Dadwer ji katibê ku dibêje “Eger hûn bixwazin ez wergerînim” re dibêje, “Na, yasa çi dibêje? Zimanê hemû kesî Tirkî ye. Xilas.”

Dadwer zimanê Kurdî wekî li Parlamentoya Tirkiyê tê gotin “Zimanekî ku nayê zanîn” dide tomarkirin.

Piştî weşandina fîlmê, gelek bikarhênerên medyaya civakî yên Kurd li ser hesabên xwe dîmenên fîlm parve kir û rexne li dewletê girtin.