Festîvala Fîlman a Deryaya Sor: Kurtefîlma Kurdî ‘Çente’ xelat wergirt

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor Bavul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurtefîlma Kurdî ya bi navê “Çente”, li Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor, di beşa “kurtefîman” de xelata duyeminiyê wergirt.

Li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê 3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor tê lidarxistin.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê fîlmên ku xelat wergirtine eşkere kirin.

Li festîvalê, di beşa belgefîlman de 17, di beşa kurtefîlman de 23 fîlm beşdarî pêşbaziyê bûn.

Peyam Serbestê ragihand ku kurtefîlma “Somewhere in Among” ku ji aliyê derhênera Libnanî Dalia Nebilê ve hatiye çêkirin bû yekem û kurtefîlma “Çente” jî xelata duyemîniyê wergirt.

Derhênerên kurtefîlma “Bavul” Saman Husênpur û Ako Zend Kerîm in. Her du derhêner ji Rojhilatê Kurdsitanê ne. 

Kurtefîlm, çenteyê penabereke Kurd ku tê de mîrateyên ji malbata wî mane dike mijar.

Çente, bi beşdariya Saman Husênpur, di çarçoveya festîvalê de li Sînemaya VOXê 2 caran hat nîşandan.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor a ku 30ê Çiriya Paşînê dest pê kir, dê 9ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Gelek stêrkên cîhanê ango bi giştî 2 hezar beşdar û 10 hezar mêvan beşdarî festîvalê bûn.

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê jî festîval şopand.

Herwiha li festîvalê belgefîlma ku Rûdawê jî di amadekirinê wê de cih girt, “Veşartina Sedam” jî hat nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst