Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend salan ji bêdengiyê, stranbêjê ji Rojavayê Kurdistanê Zubêr Salih bi sponseriya Rûdawê albûmeke stranan tomar dike.
Zubêr Salih ku bêhtir bi strana “Sebahulxeyrî xana min” naskirî ye, derbarê vê albûma nû de got: "Albûma min ji 8 stranan pêk hatiye. Tevaya albûma min ji tekstên helbestvanê mezin Melayê Cizîrî ye. Pirraniya karên wê bi dawî bûne. Bi niyaz im di vê demê de dest bi tomarkirinê bikim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse