MOSKOW - Putin ‘Xelata Dostaniyê’ da Zarayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Xelata Dostaniyê da hunermenda Kurd Zarifa Pashaevna Mgoyanê ku wekî "Zara"yê tê naskirin.

Serokatiya Rûsyayê li ser xelatê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ji ber keda wê ya mezin di pêşxistina çand û hunera neteweyî de, xebatên wê yên gelek salan ên bifêde, ez Nişana Dostaniyê didim Rêveberê Giştî yê Kompanyaya ZARAyê - Zarifa Pashaevna Mgoyanê.”

Merasîma xelatdayînê doh êvarî li Salona Katarinayê ya Kremlinê pêk hat.

Alîkarê Yekem ê Serokê Rûsyayê Sergey Kiriyenko xelat da Zarayê.

Zara di merasîma xelatdayînê de axivî û diyar kir ku ev xelat ji bo wê gelekî girîng e û berpirsyariyeke mezin e.

Hunermenda Kurd behsa serpêhatiya xwe ya hunerî kir û wiha got:

"Ez li Leningrada Sovyetê hatime dinyayê û ez li gorî kevneşopiyên rojhilatî mezin bûme.

Bi dehan çand, kevneşopî û netewe parçeyên bingehîn ên dewleta me ya bêhempa ne. Ji bo min muzîk zimanekî gerdûnî ye ku bê sînor û bê netewe ye.

Çalakiyên min her tim ji bo hevgirtina gelan bûne û dê wiha bin.

Ez her tim di wê baweriyê de bûme ku di demên herî dijwar de ya ku mirovan digihîne hev çand e.”

Zara kî ye?

Hunermend Zara 1983yan li Ermenistanê ji dayik bû. Malbata Zarayê Kurdên Êzidî ne.

Malbata Zarayê salên 1990î li Petersburgê bi cih bûye.

Zara sala 1997an de di pêşbirka “Utrennya Zvezda” de bû fînalîst û gelek xelatên muzîkê standin.

Her wiha di salên 2000î de tevlî gelek konseran û bernameyên muzîkê bûye û bi hunermendên Rûs re gelek konser û bername çêkirine.

Zarayê sala 2021ê tevî hunermendŞivan Perwer klîpeke bi navê “Welatê Min” çêkir.