Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakûr-Rojava bêyî nivîskarên Rojava hat sazkirin

Dihok (Rûdaw) – Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê dîdarek edebî ya bi navê Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakûr-Rojava hat sazkirin. Di dîdarê de nivîskarên Rojava nekarîn ji ber sînor derbasî Başûr bibin û beşdarî dîdarê bibin.

Bi hevkariya Yekitiya Nivîserên Kurd li Dihokê û Melbenda Giştî ya Yekitiya Nivîskarên Kurd û bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dîdarek edebî bo nivîskar û helbestvanên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li Dihokê hat sazkirin.

Di dîdarê de ku duh (07.11.2013) dest pê kir û dê sibê (09.11.2013) jî bidawî bibe, nivîskarên Rojava nekarîn ji ber girtîbûna sînorê navbera Başûr û Rojava beşdar bibin.

Ev rewş rastî rexne û gazindeyên nivîskaran hat…