Hevşaredara Amedê li şanoya Amadeusê temaşe kir

08-10-2024
RÛDAW
Nîşan Serra Bucak Şano Amadeus Selçuk Yontem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li lîstika şanoyê ya Amadeûsê temaşe kir.

Lîstika Amadeusê ya ku ji aliyê nivîskar Pater Shaffer ve hatiye nivîsandin û çîroka bestekarên navdar Wolfgang Amadeus Mozart û Antonio Salieri vedibêje, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lîstin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Bucak, beşdarî nîşandana şanoya Amedusê ya ku Selçuk Yontem  û Tansu Bîçer dilîzin bû.

Bucakê kulîlk diyariyê lîstikvanên şanoyê kir

Serra Bucakê piştî temaşekirina li lîstikê bi lîstikvanê sereke Selçuk Yontem re hevdîtin kir.

Bucakê li ser navê hemû lîstikvanan kulîlk dan Selçuk Yontem û diyar kir ku wan lîstik gelekî ecibandiye.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê her wiha Selçuk Yontem û lîstikvanên din ên şanoyê pîroz kirin.

“Li Amedê şano û sînema xwedî cihekî taybet in”'

Bucakê ji bo Yontem û ekîba wî serkeftin xwest û got:

"Li Amedê şano û sînema xwedî cihekî taybet in, dîtina şanogerên mîna we di nav me de gelekî xweş e."

Li gel Bucakê, hevseroka berê ya Şaredariya Amedê Gultan Kişanak, Hevserokên DEM Partiyê yên parêzgeha Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî lîstik temaşe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst