Şêwekar Elî Murad li Amûdê pêşangehek vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê pêşangeha şêwekarî ya hunermend Elî Mûrad hat vekirin. Pêşangeh li navenda Kemal Ehmed hat vekirin.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê pêşangeha şêwekarî ya hunermrn Elî Mûrad hat vekirin. Pêşangeh, roja înê, li Hola navenda Kemal Ehmed bi peşdariya hezker û hewadarên hunera şêwekariyê hat vekirin.

Dîmenên ji nav hola pêşangehê taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin. Di pêşangehê de, hunermend Elî Mûrad tabloyên xwe yên nû pêşan dane.

Serdankereke pêşangehê got çalakiyên hunerî di sersiya vê rewşa xirab de dilê xelkê xweş dike.

Hunermenê şêwekar Elî Mûrad ji Rûdawê re behsa pêwendiya xwe wek hunermend li gel bajarê Amûdê kir

Şêwekar Elî Mûrad got: “Ez her sal weke deyndarekê têm vî bajarî û berhêmên xwe pêşan didim.”

Şêwekarê Kurd Elî Mûrad, xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 1994ê ji peymangeha Hunerên Ciwan a Helebê derçûye.

Endamê Sendîkaya hunermenêdên Sûriyê û Kurdistanê ye.

Ji sala 1991ê ve,  beşdarî 11 pêşangehên takekesê û 32 pêşangehên hevbeş bûye.