Pervîn Çakar vê carê jî bi Mewlûda Zazakî derket pêşberî hezkiriyên xwe

08-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mewlûda Zazakî Pervîn Çakar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermeda Kurd a operayê Pervîn Çakar, mewlûda Ehmedê Xasî ya bi zaravayê Zazakî xwend û li ser hemû platformên dîjîtal belav kir.

Hunermeda Kurd a operayê Pervîn Çakar, vê carê bi xwendina mewlûda bi zaravayê Zazakî derket pêş guhdarvan û hezkiriyên xwe û ev berhema xwe li ser hemû platformên civakî yên guhdarkirina muzîkê belav kir.

Aranjoriya vê berhema ku Çakar xwendiye ji aliyî Ajlan Akyuz ve hatiye kirin û derhêneriya hunerê ya Mewlûda Zazakî jî Îbrahîm Xelîl Baran kiriye. Pervîn Çakar ligel dengê bilûra muzîsyen Îbrahîm Zencîrî bi şêwazek cuda vê mewlûdê dixwîne.

Mewlûda Zazakî ji aliyê Ehmedê Xasî ve hatiye nivîsîn ku di Edebiyata Zazakî de yekem nivîskar û şair e ku berhemên wî bi zimanê Erebî û Tirkî û bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî hatine belavkirin.

Pervîn Çakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû. Wê di sala 1995an de li Dibistana Hunerên Ciwan a Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeya muzîkê kir, di sala 2003an de beşa Stranên Perwerdehiya Muzîkê ya Zankoya Gaziyê qedand. Wê ji Oylun Erdayî dersên taybet ên stranbêjiyê wergirt. Ji bo xwendina li Accademia D'arte Lirica û paşê jî li Perugia Accademia Musicale Umbria çû Îtalyayê. Di vê navberê de, wê dersên stranbêjiyê ji William Matteuzzi, Carmen Gonzalez, Sergio Bertocchi wergirtin. Di sala 2007an de ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bawernameya Bachelor bi pileya bilind qedand û li heman konservatuarê mastera xwe bi pileya herî bilind a konservatuarê qedand.

Soprano Pervîn Çakar beşdarî masterclassên stranbêjên operayê yên navdar ên cîhanê bû ku di nav wan de hunermendên wek; Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli hebûn. Pervîn Çakar di sala 2004an de li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskîşehîrê û li Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê di sala 2004an de dest bi kariyera xwe ya sahneyê kir û li Îtalya û welatên Ewropayê berdewam kir. Ew beşdarî konser û operayên li Milan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek sahneyên din bû. Wê di pêşbirkên navneteweyî de, nemaze di warê dengê herî baş ên jinan de gelek xelat wergirtin. Wê xebat li ser, ji nû ve şîrovekirina mûzîka Kurdî ya bi awayê Muzîka Rojavayî jî kiriye.

Ehmedê Xasî kî ye?

Ehmedê Xasî di 29ê Nîsana sala 1864ê mîladî de, li nehyeya Hezana (Kayacık) Licê ya Dîyarbekirê hatîye dinê. Alimê serdema dewleta Osmanî Ehmedê Xasî, wek ronakbîrekî Dîyarbekirê, bi edebîyat û îlmê Îslamî re mijûl bûye. Ligel tehsîla îlmên klasîk ên medreseyên serdema xwe, ew bi îlmê tesewwuf, fiqih, û kelamê re jî eleqedar bûye. Wî di warê kelam û edebiyatê de hem berhem dane hem jî li pêşberî rûdanên civakî-sîyasî reftar û helwesta xwe nîşan daye. Xasî wek helwesteke nerazîbûnê, li hember bûyerên dewrê, dest ji wezîfeya xwe ya fermî berdaye û kesayetîyeke azad  hilbijartiye. Ji ber vê, rayedarên wê serdemê, zilm lê kirine, ew sirgûn û zindanî kirine. Ew bi vê xweragirtinê gihiştiye asta muderristî, muftîtîyê, nivîskarîya îlmê kelamê û di qada tesewwufê de derketiye payeya xelîfetiyê. Wekî edîbekî kurmanc û dimbiliyan, wî mesnewîyeke Mewlûdê, bi kirmancî/ zazayî, mulemme‘eke pênczimanî û çend helbestên din bi kurmancî, erebî, tirkî û farisî hûnane. Ligel van, wî çend berhemên îlmî-kelamî bi zimanê erebî hûnaye. Mela Ehmed Xasî, di 18ê Sibata sala 1951ê de li Hezanê wefat kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst