‘Urmiye Govend’ di festîvaleke navdewletî de bû yekem

08-10-2021
RÛDAW
Grûpa ‘Urmiye Govend’  ev 5 sal in hatiye damezrandin
Grûpa ‘Urmiye Govend’ ev 5 sal in hatiye damezrandin
Nîşan Urmiye Govend Spanya Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Dîlana Urmiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa dawetê ya ‘Urmiye Govend’ di festîvala kultûrî û hunerî ya Spanyayê de pileya yekem di warê semayên folklorî de bidest xist.

Festîval bi navê ‘Rengên Tava Spanyayê’ û bi şêwaza online birêve çû û hejmareke grûpên hunerî ji gelek welatan beşdar bûn.

Ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jî grûpa kultûrî û hunerî ya bi nave ‘Urmiye Govend’ li ser banga Encûmena Festîvalên Navdewletî di beşa temen mezinan a semayên folklorî de beşdar bû.

Di wê festîvala ‘Rengên Tava Spanyayê’ de Urmiye Govend karî di nav gelek grûpan de, pileya yekem bidest bixe.

Grûpa Urmiye Govend, ev 5 sal in hatiye damezrandin û beşdarî çalakiyên kultûrî û hunerî dibe. 

Serpereştê grûpa kultûrî û hunerî ya Urmiye Govend dibêje, armanca wan a beşdariya di festîvalên navdewletî de, zêdetir ji bo nasandina kultûrî û hunera gelê xwe ye bi welatên cîhanê.

Meha derbasbûyî jî grûpa kultûrî-hunerî ya Dîlana Urmiye ku ew jî her grûpeke din ya dîlanê ya wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye, di festîvalên Amerîka û Awistralyayê de pileya yekem di beşa muzîk û semayê de bidest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst