Pirtûka Fîgen Yuksekdag hat qedexekirin

08-09-2022
RÛDAW
Nîşan Fîgen Yuksekda Yikilacak Duvarlar Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka hevseroka giştî ya berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag, bi navê “Yikilacak Duvarlar” (Dîwar dê Hilweşin) bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê” tê de hatiye kirin, çapkirin, belavkirin û firotina wê hat qedexekirin û herwiha biryar hat dayîn ku pirtûkên hatine pirtûkên hatine belavkirin ji bo jinavbirinê bê bêne komkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê derbarê pirtûka helbestan a “Dîwar dê Hilweşin” a Fîgen Yuksekdag de bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê” tê de hatiye kirin, biryara qedexeya çapkirin, belavkirin û firotina wê da.

Herwiha derbarê pirtûkên hatine belavkirin û firotin de jî biryara komkirin û jinavbirinê hat dayîn.  

Weşanxaneya Ceylanê ku pirtûk çap kiriye li ser  biryara Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de Weşanxaneya Ceylanê ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, dibêje: “Derbarê pirtûka bi navê ‘Yikilacak Duvarlar’ a Fîgen Yuksekdag de biryara qedexeye hatiye dayîn. Kolektîfa me ya weşanxeneyê dê di bin her şert û mercî de helbest û romanên şoreşgerî û nexşeyên me yên bisazî bigihîne xwendevanan! Bi berxwedan, bi rijdeke bihêz...”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst