Cengiz Çandar kitêbek derbarê pirsa Kurd de belav kir

08-09-2021
Nîşan Cengiz Çandar Turkey’s Mission Impossible: War and Peace with the Kurds
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kitêba Cengiz Çandar, Rawêjkarê Taybet ê Heştemîn Serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal, ku niha li Ewropayê dijî û rojnamevan û nivîskar e, kitêbeke bi zimanê Ingilîzî ye li ser pirsa Kurd û bi navê “Turkey’s Mission Impossible: War and Peace with the Kurds” di platformên elektronîk de hat belavkirin.

Nivîskar û rojnamevan Cengiz Çandar derbarê kitêba xwe de, bi taybetî ku gelek xwendevan behsa aloziya navê wê dikin, di programeke taybet de li ser Youtube got: “Bi mebest min ew navê aloz hilbijart. ‘Mîsyona Nemimkun a Tirkiyê’, mirov dikare wiha jî bibêje erkê nemimkun ê Tirkiyê. Ew jî behsa şer û aştiya ligel Kurdan dike. Wate Tirkiye nikare ti yekê ji van bike. Bi rêya şer ti encamekê bidest naxe. Herwek a niha, dikarin bi rêya serbazî guşarê bikin, lê ji cihekî ve dubare pirsgirêk derdikeve.”

Çandar dibêje: “Vêca me got bi aştî çareser bibe. Belgeyên proseyên aştiyê li ber destê me ne. Di 2008an de hevdîtinên nehênî yên Osloyê destpê kirin û sala 2011an bidawî bû. Paşê sala 2013an dubare hat destpêkirin ku proseya çareseriyê bû. Dawî sala 2015an dubare bi dawî bû. Piştî 2016an kete qonaxeke nû. Wate aştî jî çênabe, ew e ku me di kitêbê de bal kişandiye ser û dibêjin aştiyê jî serî negirtiye. Wate ne dikarî şer bikî û ne dikarî aştiyê bînî. Kitêb behsa vêna dike.”

Nivîskar dibêje di kitêbê de behsa rewşa Tirkiyê dike lê li ser bingehê pirsa Kurd. Di kitêba xwe de Cengiz Çandar behsa pirsgirêk, serhildan û şeran dike; ji qonaxa piştî piştî damezrandina Komara Tirkiyê ji Şêx Seîd destpê dike. Piştre behsa hejmarek bûyer û pevçûnên mezin û biçûk ên wê serdemê tê kirin. Paşê Serhildana Çiyayê Agirî.

Çandar herwiha behsa Komkujiya Dêrsimê (1936-1937) kiriye. Di vê kitêbê de dema piştî bûyerên Dêrsimê 1937 heta destpêkirina xebata çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek çend dehsalên bêdeng binav kirine. Ev di demekê de ye ku Çandar behsa hebûna çend tevgeran jî di wê demê de kiriye. Çandar bi giştî derbarê pirsa Kurd de dibêje: “Eger em berê xwe bidinê piştî bûyerên Dêrsimê dema nêzîka 40-45 salan bêdengî heye û meseleya Kurd di wê demê de hatiye bingorkirin.”

Nivîskar û Rojnamevanê Tirk Cengîz Çandar sala 1948an li Enqerê ji dayîk bûye. Sala 1970an Beşa Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqerê qedandiye. Ji sala 1991 heta 1993an Rawêjkarê Taybet ê Serokkomarê wê demê yê Tirkiyê Turgut Ozal bû. Heta niha Çandar çendîn kitêb di warên cuda de nivîsîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst