Derhênerê Kurd Yilmaz Guney tê bîranîn

Navenda Nûçeyan -  Derhêner, lîstikvan û senarîstê Kurd Yilmaz Guney di sala 34emîn a wefata xwe de tê bibîranîn. 

 

Guney di sala 1937an da li Yenîceya gundê Edeneyê hat dinyayê.


Dibistana seretayî û lîse li Edeneyê xwend. Ji destpêka salên lîseyê pê ve ji bo xercaniya xwe derxe di karên curbecur de xebatî. Di heman demê da nivîsên wî di kovar û rojnameyên herêmî de hatin weşandin. Di şirketên And Fîlm û Kemal Fîlmê da xebitî.


Guney di sala 1956an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir, di sala 1957an jê derket û qeyda xwe li Fakulteya Îqtisadê ya Zanîngeha Stenbolê çêkir.


Yilmaz Guney di sala 1959an de senaryoya fîlmên "Zarokên Vî Welatî (Bu Vatanin Çocuklari)" û "Xezal (Alageyîk)"ê çêkir û di kadroya lîstikvanan de cih girt.


Guney bi hinceta ku çîroka di kovara On Uçê nivîsandî de propagandaya komunîzmê kiriye, hat darizandin û di sala 1961an de 18 sal cezayê hebsê danê. Ji ber ku 8 mehan ew sirgûnî Konyayê kirin, navber da perwerdeya xwe.


Bi Nebahat Çehre re zewicî û di sala 1966an da derhêneriya fîlma xwe ya ewil a bi navê "Hesp Jin Çek (At Avrat Silah)" kir. Bi fîlma "Seyît Xan" di Festîvala Kozaya Zêrîn a Edeneyê de xelata "Lîstikvanê Mêr yê Herî Baş" hilda.


Derhênerê Kurd ê serkeftî di sala 1968an de Şirkesta Fîlman a Guneyê ava kir û di heman salê de bi navê "Guney"ê kovar derxist û tê de fikrên xwe yên ser sînema û hunerê û helbest û çîrokên xwe weşand.


Fîlma wî ya bi navê "Hêvî (Umut)" di Festîvala Kozaya Zêrîn a Edeneyê ya sala 1970yî de xelatên "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvanê Mêr yê Herî Baş" hilda. Guney heman salê bi Fatoş Suleymangîl re zewicî.


Bi fîlmên xwe yên "Zêmar (Agit)", "Êş (Aci)" û "Kesên Bêhêvî (Umutsuzlar)" di Festîvala Kozaya Zêrîn a Edeneyê ya sala 1971î da xelatên Fîlma Herî Baş, Derhênerê Herî Baş, Lîstikvana Jin a Herî Baş, Listikvanê Mêr yê Herî Baş, Derhêneriya Dîmenan a Herî Baş, Senaryoya Herî Baş û Muzîka Fîlmê ya Herî Baş hilda.


Guney piştî muxtiraya 12ê Adarê ji bo 3 mehan mişextî Nevşehîrê bû û paşê 10 sal cezayê hebsê danê.


Bi efûya giştî ya sala 1974an ji zîndanê derket û ew sal fîlma "Heval (Arkadaş)" temam kir.


Bi romana xwe ya "Bi Stûxarî Mirin (Boynu Bukuk Olduler)” Xelata Romanê ya Orhan Kemal qezenc kir.


Dema kişandina fîlma "Endîşe"yê de bi sûcdariya cinayetê hat girtin û piştî 5 salên girtîgehê ji Girtîgeha Nîvekirî ya Ispartayê firar kir û revî Fransayê.


Zekî Okten fîlma wî ya bi navê "Kerî (Suru)"ya ku senaryo di girtîgehê de nivîsî, kişand. 


Fîlma wî ya Rê (Yolê) di Festîvala Fîlma Cannesê ya 1982yan de xelata Palmiyeya Zêr hilda. 


Di sala 1982yan da ji welatîbûna Tirkiyê hat derxistin. 


Di sala 1983yan da fîlma "Dîwar (Duvar)" kişand û ev fîlm di Festîvala Fîlma Cannesê ya 1984yan de ji bo "Xelata Taybet a Juriyê" namzed hat nîşandan.


Guney 12 salê jiyana xwe di zîndanê de derbas kir û derhêneriya fîlmên "Hesp Jin Çek (At Avrat Silah)", "Seyîdxan", "Pire Nuri", "Mirovekî Kirêt (Bir Çirkin Adam)", "Hêvî (Umut)", "Îbret", "Zêmar (Agit)", "Heval (Arkadaş)", "Kerî (Suru)"yê kir û senaryoyên fîlmên "Evîna Mezin ya Karacaoglan (Karacaoğlan'ın Kara Sevdası)", "Xezal (Ala Geyik)", "Zarokên Vî Welatî (Bu Vatanin Çocuklari)", "Koçero", "Zeybekê Bixencer (Kamalı Zeybek)", "Qralê Qralan (Krallar Krali)", "Vegera Şêran (Aslanlarin Donuşu", "Zagona Sînoran (Hudutlarin Kanunu)", "Qralê Kirêt Efû Nake (Çirkin Kral Affetmez)", "Gurên Birçî (Aç Kurtlar)", "Kesên Bêhêvî (Umutsuzlar)", " Bav (Baba)", "Kirêt û Wêrek (Çirkin ve Cesur)", "Neyar (Duşman)", "Rê (Yol)" û "Dîwar (Duvar)" nivîsandin.


Guney di 114 fîlman de leyîst, derhêneriya 26 fîlman kir, çêkeriya 15 fîlman kir û di 64 fîlman de jî wek senarîst cih girt.


Hunermend salên xwe yên dawîn ji ber zextên dewlata Tirkiyê li Parîsê derbas kirin û di 9ê Îlona 1984an de ji ber penceşêra mideyê li Fransayê mir û li Parîsê di Goristana Pere Lachaiseyê de hat veşartin. 


Piştî mirina wî "Weqfa Yilmaz Guney" hat avakirin û weqf bi pêşengiya Fatoş Guney a hevjîna wî seba parastin û weşandina berhemên wî xebatan dimeşîne.