50 sal in erbaneyan çêdike: Dixwaze pîşeya xwe veguhezîne nifşên nû

08-08-2024
RÛDAW
Hosteyê ku zêdeyî 50 sal in erbaneyan çêdike dixwaze pîşeya xwe veguhezîne nifşên nû / Wêne: AA
Hosteyê ku zêdeyî 50 sal in erbaneyan çêdike dixwaze pîşeya xwe veguhezîne nifşên nû / Wêne: AA
Nîşan Riha Erbane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hostaya ku 50 sal in erbaneyan çêdike, dixwaze pîşeya xwe veguhezîne nifşên nû.

Li Rihayê Mustafa Yeşilkaya yê ku ji hosteyên dawî yên hunera erbaneyê ye, êdî bûye kalemêr lê dîsa jî bi eşq û şewqa roja ewil pîşeya xwe didomîne.

Mustafa Yeşilkayayê 66 salî dema di pola yekem a dibistana seretayî de bûye, li cem hosteyê çerm dest bi çiraxiyê kiriye û ew di piçûktiya xwe de fêrî çêkirina erbaneyan bûye.

Yeşilkayayê ku porê xwe bi pîşeya xwe re spî kiriye, ji hosteyên dawî yên pîşeya xwe ye ku zêdeyî nîv qirnî ye didomîne.

Yeşilkaya di dikana xwe ya piçûk a li nêzîkî Gola Masiyan de hîn jî erbaneyan çêdike.

Erbaneyan dişîne bajêr din jî

Yeşilkaya erbaneyên ku bi kedeke mezin çêdike, ji xeynî Rihayê dişîne bajarên din jî.

Mustafa Yeşilkaya diyar kir ku wî di piçûktiya xwe de dest bi pîşeyê kir, wî ji xwe re dikan vekir û dest bi hilberîna erbaneyan kir.

Yeşilkaya bal kişand li ser wê yekê ku wî berê gelek çirax perwerde dikirin û wiha dewam kir:

"Di navendên perwerdeya gel de min qedera 15 salan qursa erbaneyê da.

Ciwanên ku min perwerde kirin ji ber ku ji vî karî pere qezenc nekirin, berê xwe da şixulên cuda."

“Êdî kes nemaya vê pîşeyê bidomîne”

Yeşilkaya destnîşan kir, ji ber ku bi zehmet e ew rojane dikare 3-4 erbaneyan çêke û wiha got:

"Berê me çirax hildidan û perwerde dikirin lê niha êdî kes tuneye ku vê pîşeyê bidomîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst