Mizgîn Hesko asteng û sînoran nas nake: Pirtûka xwe ya 14an weşand

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û helbestvana Kurd a ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Heskoyê pirtûka xwe ya 14an weşand.

Mizgîn Heskoyê ev berhema xwe ya wêjeyî û hizrî bi şêwazê pexşanê û Zimanê Kurdî nivîsiye.

Pirtûk bi navê “JI RISTEZARA ELINDÊ” ye û ji 129 rûpelan pêk tê.

JI RISTEZARA ELINDÊ ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin û belavkirin.

Tabloya bergê vê pirtûkê ya hunermend Omran Şêxmûs e.

Mizgîn Hesko hewl dide di vê pirtûkê de bi derbirînên wêrek û balkêş hinek mijarên wêje û jiyanê vekole û wan bi form û şêweyê pexşanê bixwîne û bi xwîner û şopînerên xwe bide xwendin û hezkirin.

Ev berhem hejmareke berbiçav a rojnivîs, nerîn, dîtin û ramanên jineke navdar û torevan hildigire ku ew ji mêj ve beşdareke ezmanê wêje û helbesta Kurdî ye û xwedî hebûneke diyar e.

Ev şêweyên nivîs û pexşanên cuda ji Çiriya Paşîn a 2022yan heta bi Gulana 2024an hatine dahênankirin.

“Min mijarên wan bi şêweyê pexşanê afirandine”

Mizgîn Hesko li ser berhema xwe ya nû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û wê got:

“Berî niha jî du berhemên min bi heman şêweyî hatine çapkirin, (Ji Bexçika Jiyanê-2020) û (Ji Ferhenga Lêgeriyanê 2022).

Min mijarên van corenivîsan, bi awayekî birêkûpêk û bi şêweyê pexşanê afirandine.

Mijarên derbarê jiyanê, jineke nivîskar derbarê jiyanê û serpêhatiyên wê, herwiha rola hunerê di avakirina rewanê miletan de, huner bi giştî, helbest bi taybetî...."