HDP: Aram Tîgran ji bo Kurdan mîrateke mezin li pey xwe hişt

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Aram Tîgran HDP Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 14emîn salvegera mirina hunermend Aram Tîgran de ew bi bîr anî û got, “Ew dengê gelên bindest bû û ji bo Kurdan mîrateke mezin li pey xwe hişt.”

Hunermendê navdarê ê Kurdîbêj Aram Tîgran 8ê Tebaxa 2009an li paytexta Yewanistanê koça dawî kir.

Wî dixwest li Amedê bê veşartin lê li bajarê Brukselê bi axê hat spartin.

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDPyê bi daxuyaniyeke nivîskî Aram Tîgran bi bîr anî.

“Aram Tîgran dengê gelên bindest bû”

HDPyê di daxuyaniya xwe de got: 

“Hunermendê Ermen, hostayê mezin ê muzîka Kurdî, dildarê ziman û çanda Kurdî, mamoste û apê Kurdan Aram Tîgran 14 sal berê îro li sirgûniyê ji nav me bar kir.

Aram Tîgran, bi muzîk, huner û sekna xwe di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Ew dengê gelên bindest bû û wî ji bo Kurdan mîrateke mezin li pey xwe hişt.”

“Muzîka wî pirek di navbera gelan de ava kir”

Derbarê jiyana Aram Tîgran de HDPyê nivîsandiye:

“Malbata Aram Tîgran sala 1915an piştî qirkirina Ermeniyan koçî Qamişloyê kir û Tîgran sala 1934an li Qamişloyê ji dayik bû.

Wî hîna di 9 saliya xwe de dest bi hunerê kir.

Aram Tîgran bi zimanê Kurdî, Ermenkî, Erebî, Suryanî, Rûmî û gelek zimanên din hunera xwe pêk anî û di dilê gelan de cihekî giranbuha çêkir.

Wî hunera xwe di temamê jiyana xwe de ji bo aştî û azadiya gelan wek têkoşînekê saz kir û muzîk û hunera wî pirek di navbera gelan de ava kir.

Gotina wî ya ku digot 'Ger ez careke din bêm dinê, çiqas tang, tifing, çek û sîleh hebin ez ê wan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne' helwesta wî ya hunerê diyar dike.”

“Li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê sekinî”

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDPyê diyar kir ku Aram Tîgran li dijî zextên li hemberî zimanê Kurdî helwest nîşan daye û ragihand:

“Aram Tîgran li hemberî zext û zordariyên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftina li ser zimanê Kurdî sekna xwe ya polîtîk bi stranên xwe nîşan da û li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê sekinî.

Ji ber vê helwesta wî jî ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye.

“Wesiyeta wî nehat bicihanîn”

Qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kir, êrişî mîrata Aram Tîgran jî kir: Wekî mînak konserwatuara ku bi ser navê wî hatibû avakirin ji aliyê qeyûman ve sala 2016an hat girtin.

Herwiha wesiyeta wî ya ku li Amedê bê definkirin ji ber nêrîn û zihniyeta desthilatdaran hat astengkirin. Lewma Tîgran li Brukselê tevî kulmek axa welatê xwe hat definkirin.”

HDPyê tekez ki ku Aram Tîgran dê bi stranên xwe, bi tembûr û cimbişa xwe, bi dengê xwe yê aram her dem di dilê wan de be û wiha domand:

“Awazên wî her tim li ber guhê me deng vedidin. Em 14emîn salvegera koça wî ya dawî de bi rêzdarî, minet û hesret mamosteyê gelê Kurd, bilbilê Rojhilata Navîn, dostê gelan Aram Tîgran bi bîr tînin. Ruhê wî şad, dengê wî li dinê her û her bimîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst