Berhemên dengbêja Kurda Xorasanê Banû Şîrwanî tên berhevkirin

09-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Banû Şîrwanî Dengbêj Xorasan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Enistutuya Kelepûra Kurdî berhemên Banû Şîrwanî ku ji xelkê Xorasanê bû, kom dike.


Hunermenda Kurda XorasanêBanû Şîrwanî yek ji wan jinan e, bi dengê di dilê kurdên her parçeyên Kurdistanê de cihekî taybet ê xwe heye.


Enistutuya Kelepûra Kurdî 9 berhemên Banû Şîrwanî komkirine, ku di sala 1956an de li beşê Kurdî yê Radyo Meşhedê hatine belavkirin.


Banû Şîrwanî ku navê wê yê rastîn Mahbanû Ebbasî bû sala 1929 li gundê Welîawadê yê ser bi bajarê Qoçanai parêzgeha Xorasana ve li Bakurê Rojhilatê Îranê ji dayik bûye û ew stranbêja yekem jina kurd bûye, ku li Rojhilatê Kurdistanê bi Kurmancî stran gotine.


Piştî li Komara Îslamî ya Îranê muzîk ji bo jinan qedexe kir û vê yek bandor li karê Banû Şîrwanî jî kir û ew neçar dibe karê xwe rawestine.


Banû sala 2004ê li Meşehdê wefat kir û gelek stran û awazên kurdî ji bo kelepûra kurdan weke mîratê li dûv xwe hişt.


Zanyar Husênî ku bi karê berhevkirina stranên Banû Şîrwanî ve mijûl e dibêje  wî berê 5 salan serdana bajarê Xorasanê kir û derbarê çend dengbêjên Kurd taybetî derbarê Banû Şîrwanê de lêkolîn kiriye û heta 100 stranan berhev kiriye.


Berpirsê Arşîva Deng û Dîmenan Enistutuya Kelepûra Kurdî li Rêjen Hesen jî bal kişand ser girîngiya berhevkirina stranên dengbêjî û got ew niha hewl didin çend staranên Banû Şîrwanî bi qalityek baş û dengekî paqijkirî pêşkeşî bazarê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst