Dengê helbest û çîrokên Dihokê li Stenbolê ne

08-06-2024
RÛDAW
Hinek helbestvan û çîroknûsên ji Dihokê ji bo paneleke li ser helbest û çîroka Dihokê li Stenbolê ne
Hinek helbestvan û çîroknûsên ji Dihokê ji bo paneleke li ser helbest û çîroka Dihokê li Stenbolê ne
Nîşan Dihok Stenbol Panel Helbest û Çîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek helbestvan û çîroknûsên ji Dihokê ji bo paneleke li ser helbest û çîroka Dihokê li Stenbolê ne.

Panel bi ser navê “Qeftek Çîrok û Helbest ji Dihokê” li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi moderetoriya Salih Kevirbirî hat lidarxistin.

Hinek xwînêrên Kurdên Stenbolê û civaknas Îsmaîl Beşîkçî bixwe jî li panelê hazir bûn.

Di panelê de Hesen Silevanî, Enwer Mohammed Tahir, Îsmaîl Silêman Hacamî, Selam Balayî, Beyar Bavî, Muhemed Ebdûla ji Dihokê, herwiha, Majde Al Dahrî ya helbestvan jî ji Tûnûsê amade bûn.

Di panelê de hem helbestvanan helbestên xwe xwendin û hem jî nîqaş li ser çîroka Kurdî hatin kirin.

“Rewşa edebiyata Kurdî li Başûrê Kurdistanê pêş de çûye”

Nivîskar û helbestvan Hesen Silêvanî li ser panelê ji Rûdawê re got:

“Ez gelekî spasiya rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dikim ku em vexwendine ji bo vê panelê.

Em hejmareke nivîskar û helbestvanên ji Dihokê li vê derê ne û em dê berhemên xwe helbestên xwe bixwînin.

Rewşa edebiyata Kurdî li Başûrê Kurdistanê gelekî pêş çûye. Ew jî ji ber atmosfera azad a li Başûrê Kurdistanê ye.

Her sal em li Festîvala Rewşenbîrî ya Dihokê em ji 3 parçeyên din ê Kurdistanê mêvanan dawet dikin û salane 100-120 rewşenbîr û nivîskar li hevdû kom dibin.

Em hewl didin wê festîvala xwe berfirehtir bikin.”

“Hêvî dikim Weqfa Beşîkçî bibe pirek di navbera me de”

Helbestvan Mihemed Abdulah jî yek ji wan helbestvanên din ê ji Dihokê ku dê di panelê de behsa helbestê bike.

Mihemed Abdulah da zanîn ku herî dawî beriya bi 21 salan ew hatibû Stenbolê û wê demê bi rewşenbîrên Kurd re civiya bû.

Abdulah diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku carek din li Stenbolê ye û bi rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê re civiyaye.

Helbestvan Mihemed Abdulah hêvî xwest Weqfa Beşîkçî bibe pirek di navbera rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de û wan zêdetir nêzîkî hev bike.

Yek ji guhdarên panelê jî hunermend Gulistan Perwer bû.

Gulistan Perwerê da zanîn ku ew cara yekem e tê Weqfa Beşîkçî û wiha got:

“Panelên wisa gelekî girîng in. Divê panelên wisa zêde bibin.

Min dost û hevalên xwe yên ji mêj ve ew nedîtine li vir dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst