Li Mihabadê fêrgehek zarokan fêrî muzîkê dike

08-06-2023
RÛDAW
Li Mihabadê fêrgehek zarokan fêrî muzîkê û jenîna enstrumanan dike
Li Mihabadê fêrgehek zarokan fêrî muzîkê û jenîna enstrumanan dike
Nîşan Mihabad Fêrgeha Muzîkê ya Note
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê zarok di fêrgehekê de fêrî muzîk û lêxistina enstrumanên cuda dibin. Rêveberên fêrgehê dibêjin muzîk bandoreke civakî û derûnî ya mezin li ser zarokan dike û jiyana wan ya paşerojê baştir dike lewma hejmareke girîng ji dêûbavan amade ne ku zarokên xwe bişînin fêrgehên muzîkê.

Fêrgeha Muzîkê ya Not kursan dimeşîne. Berê muzîkê bi zarokan didine nasîn û piştre jî fêrî jenîna enstrumanên cuda têne kirin.

Mamosteya muzîkê Rojîn Dawûdiyan got, “Em li vir bi awayekî standart zarokan fêrî Kurdî dikin, lîstikên zarokan jî pê re fêr dikin.”

Rêveberên fêrgehê dibêjin, muzîk ji bilî hunerê bandoreke derûnî û civakî li ser zarokan dike.

Rêvebera fêrgehê Sinûr Îbrahîmî anî ziman, “Ji bo zarokan demeke fêrbûna muzîkê nîne ku bandorê li ser derûniya wan dike.”

Mamosteyên Fêrgeha Notê hemî xwendekarên ciwan an jî derçûyên beşa muzîkê ne û xwendekarên xwe bi awayekî zanistî fêrî jenîna enstrumanên cuda dikin.

Fêrxwaza muzîkê Sara Qasimî jî got, “Nêzîkî 3 salan e ez li vê fêrgehê me. Fêrxwazên ji 3 sal heta 30 salî fêr dibin ku muzîkên zarokan tê de hene.”

Mamoste û muzîkjen Danyal Rezayî anî ziman, “Dayik û hezkiriyên me ji zaroktiyê ve zarokên xwe dişînin ji bo zarokên bi muzîka folklora Kurdî û her wiha muzîka cîhanî nas bikin.”

Mamosteyên fêrgehê dibêjin fêrbûna muzîkê wek zimanê dayikê ye. Divê berê jê re derdoreke fêrbûnê ya guncav were peyda kirin.

Rêvebera fêrgehê Sinûr Îbrahîmî her wiha got, “Em derdoreke muzîkî ji zarokan re datînin ku zarok ezmûna muzîkê peyda bikin.”

Fêrgeha Muzîkê ya Notê ev sê sal in dersên muzîkê dide zarokan. Her sal zêdetirî 50 zarokên ji 3 heta 12 salî hînî bingehên muzîkê û lêxistina enstrumanên cuda dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst