Pirtûka Lalo Kerîm a Cemal Nebez êdî bi Kurmancî ye

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Cemal Nebez Lalo Kerîm Weşanên Avesta
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Lalo Kerîm a nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Cemal Nebez ku bi zaraveya Soranî hatiye nivîsandin bi Kurmancî ji aliyê Weşanên Avestayê ve hate çapkirin.

Weşanên Avesta îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pirtûka Lalo Kerîm a nivîskar Cemal Nebez ku serboriya Lalo Kerîm û du pêşekiyên Cemal Nebez ên di qonaxên ciyawaz ên salên 1968 û 1986ê nivîsîne li xwe digire ji aliyê wan ve hatiye çapkirin.

Lalo Kerîm a ku bi zaraveyê Soranî hatiye nivîsandin ji aliyê Besam Mistefa ve li Kurmancî hatiye wergerandin û 80 rûpel in.

Di salên 1950-1953î de karkerên Kurd li Germiyanê, Herêma Horînê, Şêxanê, Deşta Dizeyê û li herêmên cuda yên Iraqê jî cotkar û Iraqî li dijî axa û derebegên serdemê, rejimên paşayetiyê serî hildane. Bizava çîna karker û cotkarên Kurd, di pexşanên wê serdemê yên Kurdiya Soraniyê de jî cî girtine. Yek ji wan peşxana jî berhema Lalo Kerîm a Cemal Nebez e.

Avestayê derbarê dibêje, “Zûrbûna Cemal Nebez, li ser sitem, zehmetî, nebûna yeksaniyê, pirsa çîna karker û rêncberan a li nava civaka Kurdî ye û ji ser jiyana Lalo Kerîm tê vegotin ku Lalo Kerîm mirovekî “namo” ango bêgane ye.”

Lalo Kerîm, kesayetê sereke yê berhemê kalekî zeyîf e û milên wî sist in, li gundekî ne diyar e û dev û çavên wî li yên xelkê gundî jî naçin. Bi zarekî taybet qise dike ku ew zar jî ne weke yê xelkê gund e. Lalo Kerîm, serpêhatiya namoyekî ango biyaniyekî li nava komelgeha cotkar û karker a Kurd.

“Lalo Kerîm” piştî “Di xew de” û “Meseleya Wijdanê” sêyemîn pexşana Kurdî-Soranî ye, sala 1956an çap bûye. Wek her du çîrokên pêşî pir serkeftî ye. Her sê jî tevî ku yên destpêkê ne, di nav berhemên herî baş ên Edebiyata Kurdî de ne.

Cemal Nebez kî ye?

Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Di destpêka xwendina xwe de ji bilî xwendina îslamî, felsefe û psîkolojî û fizîk û matmatîk jî xwend. Li Almanyayê jî zanistên siyasî û rojnamevanî û yasa xwend. Li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Besrayê ders gotin. Paşê jî demekê li zanîngeha azad li Berîlênê mamoste bû. Têkiliyên wî bi çend bîrmendên cîhanî re hebûn.

Sala 1962 çû Ewropayê ji bo xilaskirina xwendinê û paşê li zanîngehên Muncihê, Uzburgê xwendina îslamî û Îrannasî û şêweya gotina dersan xwend. Bawerrnameya doktorayê di warê dîrokê de wergirt, bi lêkolîneke dîrokî ya zanistî li ser Mîr Mihemed Rewandizî.

Yek ji damezrênerên sereke yên Kajîk û nivîskarên (Kajîkname)yê bû. Di salên destpêkê de alîkariyeke mezin da Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) û roleke wî ya girîng di çalakiyên Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Cewad Mela de hebû. Her wiha roleke wî ya girîng di belavkirina bîr û bawerî û hişyariya neteweyî li Kurdistanê hebû.

Cemal Nebez di roja 11.11.2018 de li bajarê Berlînê ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê hat razandin û piştî çend rojan ku ket nav komayê ji ber tengenefesiyê, roja 08.12.2018an koça dawî kir û xatirê xwe bi yekcarî ji jiyanê xwest û wesiyetnameyek li şûn xwe hîşt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst