Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê 29 Hezîranê destpê dike

08-06-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Fîlmên Kurdî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji bo 85. salvegera jidayikbûna Yilmaz Guney tê lidarxistin.

Festîval dê ji 29ê Hezîranê heta 13ê Tîrmehê li Moskowê berdewam be.

Merasîma vekirina festîvalê dê di 29ê Hezîranê de li Navenda Sînemaya Oktyabr a li navenda Moskowê pêk were.

Festîvala Fîlmên Kurdî îsal ji bo 85-mîn salvegera jidayikbûna derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Guney tê lidarxistin. Festîval dê bi pêşandana fîlma efsanewî ya Guney "Rê" bê vekirin, ku sala 1982'an xelata Festîvala Fîlman a Cannesê wergirtibû.

Di beşa pêşbirkê ya festîvalê de, li gel fîlmên derhênerên ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi giştî dê berhemên ji 8 welatan, ji Rojhilata Navîn û Ewropayê bêne pêşkêşkirin

Di bernameya festîvala fîlman de 54 berhem, fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm hene.

Hemû fîlm dê bi orîjînal, bi jêrnivîsa rûsî bêne nîşandan.

Her wiha îsal fîlmên ji bernameya Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurd dê li bajarê Saint Petersburgê jî bêne nîşandan.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî di lîsteya festîvalên fîlman ên navneteweyî de cih girtiye, ku ji hêla Wezareta Çandê ya Rûsyayê ve di sala 2022 de li Federasyona Rûsyayê têne organîzekirin.

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Navneteweyî ya Moskowê sala 2021 bi partneriya Rûdawê hatibû lidarxistin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst