Li Mêrsînê şanoya Kurdî hat qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêxistina HDPê ya Edenê Mehmet Karakiş û Hevserokê Rêxistina HDPê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ragihand ku şanogeriya Tartûffe ku biryar bû bi zimanê Kurdî li Edene û Mêrsînê were pêşandan, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye qedexekirin.
Hevserokê Rêxistina HDPê ya Edenê Mehmet Karakiş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Di demekê de ku biryar bû di rojên 5 û 6ê Hezîranê de şanogerî bi zimanê Kurdî bihata pêşandan, lê parêzgariyê qedexe kir û wek neguncaw binav kir. Ev qedexe tenê vedigere wê yekê ku tehamûla bihîstina zimanê Kurdî nakin. Ev di ser neteweperestî û nîjadperestiyê re ye jî.”
Mehmet Karakiş girîng dibîne hikûmet dest ji vê siyasetê berde ku astengiyê li ber biratî û bihevre jiyanê çêdike û dibêje: “Tirkiyek ku rêzê li kultur û zimanê Kurdî nagire, siberojeke wê ya geş jî nabe.
Wek nerazîbûnekê îro Çarşembê demjimêr Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Ozgur Çocuk a parêzgeha Mêrsînê civîneke çapemeniyê saz dike.
Di vê derbarê de Hevserokê Rêxistina HDPê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Hikûmet bi rêya parêzgehan wê şanogeriyê qedexe dike, tenê ji ber wêya bi zimanê Kurdî tê pêşandan. Piraniya wan berheman tên qedexekirin ku bi zimanê Kurdî yan jî ji aliyê hunermendên Kurd ve tên pêşkêşkirin. Sedemên qedexekirinê jî pêşan dide ku AKP û MHP siyaseta înkarkirinê li dijî Kurd û zimanê wan peyrew dikin.”
Sariyildiz tekez dike ku divê hikûmet dest ji vê siyaseta xwe ya yekalî berde û biratî û bihevre jiyan di navbera hemû çîn û tebeqeyên Tirkiyê de çêbibe. Berê li Amedê jî rêgirî bo pêşandana heman şanogeriyê li Amedê hatibû kirin. Bi heman awayî nehatibû pesendkirin ku ew şanogerî bi zimanê Kurdî bê pêşkêşkirin.
Şanogeriya Tartûffe ji sala 1664an ve û heta niha li çendîn welatan tê pêşandan û bi çendîn zimanên cuda tê pêşkêşkirin. Şanogeriya Tartûffe berê jî çend caran ji aliyê hikûmetên cuda yên welatan ve hatiye qedexekirin. Bi taybetî ji ber di vê şanogeriya pênc perdeyî de behsa wan kesan dike ku bi rêya olê xelkê dixapînin, lewra gelek caran ji aliyê Kilîseyên Ewropayê ve bûye cihê rexne û qedexekirinê.