3. Festîvala çand û hunerê ya Miksê dest pê kir

Wan (Rûdaw/DÎHA) – Li navçeya Miksê ya Wanê sêyemîn festîvala çand û huner a Feqiyê Teyran dest pê kir.

Sêyemîn festîvala çand û hunerê îro (08.06.2013) li navçeya Miksê ya Wanê dest pê kir. Merasima vekirina festîvalê li nav parka Feqiyê Teyran a bajarê Wanê hat sazkirin.

Di festîvalê de ku ji aliyê BDPê vê tê lidarxistin, wêne û posterên rewşenbîr, hunermend, mela û zanayên navdar ên kurd hat nîşandan û li nav standên xwarinên herêmî de dengbêjan bi stranên xwe rengekî xweş dan festîvalê.

Festîval dê sibê jî li Wanê bidome û rojên 11-12ê Hezîranê jî li navçeya Miksê were sazkirin.

Di bernameya sibê ya festîvalê de nîşandana fîlman û çand û kelepûra kurdî heye.



Di festîvalê de dengbêj stranan dibêjin