Krîza aborî bandoreke xirab li weşangeriya Kurdî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûna zêde ya nirxan wek diyardeyeke krîza aborî bandoreke nerênî li weşangeriya Kurdî jî dike. Bi taybetî di vê sala dawî de bihabûna nirxê kaxezê ku maddeyeke sereke ya çapê ye, weşangerên Kurd xistine tengasiyê.

Weşanxaneya Nûbihar a li bajarê Stenbolê ku zêdeyî 30 sal in bi Kurdî weşanê dike, rêveberê wê Suleyman Çevîk derbarê bihabûna xerciyan ji Rûdawê re axivî.

Rêveberê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje: “Kargehên kaxezê yên li Tirkiyê çend sal berê hatin firotin. Niha kaxez li Tirkiyê nayê berhemanîn û bi temamî ji derve tê. Ev jî ya bi dolar an jî bi euro ye. Kaxiz hem bi euro bilind bûye, euro jî li beramber perê tirkî bi qîmet bûye û du caran bihayê kaxezê hatiye zêdekirin. Em bêjin par tiştê me bi 11an dikir, niha nikarin bi 30an bikin. Berê çapkirin û kaxez nêzîkê hev bû, niha tenê kaxez bûye sê qatê çapkirinê.”

Zêdebûna xerciyên weşangeriyê bandorê li bazara  pirtûkan jî dike. Weşangerên Kurd ku ji ber bêbazariyê ev çend sal in bi zehmetê xwe li ser piyan digirin, neçar dimînin ku nirxên xwe li gor bihabûnan zêde bikin, ku ev jî kirîna pirtûkan  zehmettir dike.

Rêveberê Weşanxaneya Sîtav Qahir Bateyî jî got: “Kaxez li Tirkiyê girêdayî dirav û ev jî bihabûnê bi xwe re tîne. Dema kaxez biha dibe, çapkirin zehmet dibe. Dema kaxiz biha dibe tu neçar dimînî bihayê pirtûkê zêde bikî. Dema bihayê pirtûkê zêde bû ev yek kirîna pirtûkê zehmet dike. Civaka Kurd û civak bi giştî di nav krîzeke aborî de ye. Êdî kirîna pirtûkê bûye tiştekî luks.”

Tirkiye ji sedî 90 kaxezê ji derveyî welat hawirde dike. Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎKê) berhevkirin ligel sala borî îsal nirxê kaxezê bi rêjeya ji sedî 256 zêde bûye. Lê bazar tiştek din dibêje, ji ber di Adara 2021ê de li Tirkiye nirxê yek ton kaxez derdora 5 hezar lîreyên tirkî bû, lê îsal gihiştiye derdora 25 hezar lîreyên Tirkî. Ev yek jî bûye sedem ku beşek ji weşangerên Bakurê Kurdistanê ji sedî 50ê karê xwe kêm bikin.