Pirtûka Cemal Nebez ‘Wergerandin Huner e’ bi Kurmancî derket

08-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka navdar a Prof. Dr. Cemal Nebez a li ser ilmê wergerê ji alîyê weşanxaneya Sîtavê ve hate çapkirin.

Pirtûka Prof. Dr. Cemal Nebez a bi navê “Wergerandin Huner e” ku Muhsîm Ozdemîr û Brahîm Romîzêr ji Soranî bo Kurmancî veghustine ji alîyê weşanxaneya Sîtavê ve hate çapkirin û belavkirin.

Li ser berga pirtûka wiha hate nivîsandin: “Bi rastî tu netewe, her çi qas xwedî semyanekî neteweyî û kevnare û nirxdar be jî, nikare dev ji wergerê berde. Ji ber ku her werger dine sebeba nasîna gelek şaristanî, zanyarî û wêjeya gelên din, bêyî ku neçar bimîne zimanê wan fêr bibe. Nexasim wekî me Kurdan ku ji karwanê gekan paşmayî ne, pêwîstiya me bi wergerandinê heye. Bi vî awayî dikarim bêjim ku divê em raperina ramanî ya pêseroja xwe heta radeyekê bilind li ser bingeha wergerandinê damezrînin.”

Nivîskar Muhsîn Ozdemîr derbarê pitûkê de dibêje: “Ev pirtûk kevintirîn lêkolîn û şîretên tomarkirî yên bi kurdî-soranî hatine belavkirin ji aliyê dîrokzanê Kurd ve ku di pirtûkxaneya kurmancî de diviya hebûya.”

Ozdemîr herwiha ji bo belavkirinê spasiyên xwe arasteyî Kahir Bateyî û Weşanê Sîtavê dike û dibêje: “Ji bo rênişaniyê sipasîyên xwe ji dostê hêja şair û lêkolêr û şanogerê kurd Yousef Mantk re pêşkeş dikim. Ji bo destûra belavkirinê  jî spasiyên xwe  arasteyî rêveberiya Rekxrawi Rewşenbîrî Ya Cemal Nebez  dikim. Tew mamoste  Qandîl Amed di hemû amadekiriyan de tim bi me re bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst