Gelo Şakiro ‘Wey Dil’ ji bo gerîlayekî gotiye?

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek malperên nûçeyan ê Tirkiyeyê îdia kir ku “Wey Dil” ji bo gerîlayê PKKyê Kamuran Dundar hatiye gotin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, gelek rewşenbîr û hunermend li Stenbolê tevî merasîma bibîranînê bûn ku ji bo resam Ahmet Guneştekîn hat lidarxistin.

Rojdayê di vê merasîmê de kilama “Wey Dil” stra ku yek ji berhemên herî navdar ên Dengbêj Şakiro ye.

Ekrem Îmamoglu piştî merasîmê da zanîn ku kilamê bandor lê kiriye û çavên wî tije rondik bûne.

Piştî van gotinên Îmamoglu, gelek malperên nûçeyan ê Tirkiyeyê îdia kir ku “Ay Dil” ji bo gerîlayê PKKyê Kamuran Dundar (Heval Kamuran) hatiye nivîsîn.

Lê dema mirov li gotinên kilamê dinêre, tê dîtin ku ti pêwendiya gotinan bi Heval Kamuran re nîne.

Gotinên “Ay Dil”ê bi vî rengî ne:

“Wey dil Wey dil

Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro

Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil

Lo rebîyo Xwedê xirab bike dilê bê dil

Fenanî gakî bê weris î bê cil

Fenanî kirasî qolî bê mil

Fena dara bê şalûl û bilbil

Fenanî xasbexçekî rût î bêgul

Bila dilê rezîl bi dil be

Tûrê parsê li mil be

Parsa meriv ne li vir be

Li nava dazdeh duwelê ecnebî

Ûrisan li mala Emerîkanê gêwir be

Parsa meriv birije

Tûrê meriva ê qûl be

Meriv li ber dîwarê evda be

Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be

Ber seryê meriv kevir be

Malxirabo ser rexa meriv gunî be

Bin rexa meriv postê jûjî be

Tek bila di dêrisê gunda de

Dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil

Tu nizanî min di got qey tu mêr î

Tu camêr î, min digot kotiyê mêran ne li mal e

Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî

Şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî

Min nizanîbû tu ne mêr î, ne camêr î

Tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî

Tu nizanî ez ê ne ezeb im, ne bi mêr im

Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im

Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê

Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir

Ez ê vê sivengê dikim herim

Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê

Gelo vê sivengê malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim

Ez ê vê sivengê, malxirabo ber tirba Erebê reşê lêvdeqandî

Xîmê binê beriya tewr a jêr im

Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil”