Di helbesta Kurdî de keda jinên Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye.  Di civaka Kurdî de jî, jinên Kurd bi roleke berçav di warê xebata niştimanî û jiyana civakî de radibin. Lewma jî Kurd dibêjin: "Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.” Helbestvanên Rojavayê Kurdistanê jî di berhem û dîwanên xwe de cihekî bilind dane jina Kurd.

 

Her çiqasî hê jî jinên Kurd û cîhanê negihîştibin mafên xwe yên rewa jî, lê piştî ked û xebateke bêwestan ji aliyê jinan ve, ji sala 1909an û bi şûnde, roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan tê pîrozkirin.

 

Helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê jî keda jinên Kurd li ber çav girtine û her û her doza azadiya jinan û wekheviya mêr û jinan kirine û qîmeteke mezin dane roja 8ê Adarê.

 

Seydayê Cegerxwîn wek helbestvanekî alîgirê azadiya jinê û wekheviya di navbera jin û mêrên Kurd de, vê rojê pîroz dike û di dîwana xwe ya duyem Sewra Azadî de ku çapa wê ya yekem sala 1954an li Şama paytexta Sûriyê derket û çapa wê ya duyem jî sala 2011an li Stenbolê derket, bi navê (Heştê Adarê Cejna Jinên Demokrat e) helbestekê dinivîse û wiha têde dibêje:

 

“Heştê Adarê roja me hilat. Cejna jina ye jinên demokrat. Vê roja pir xweş roja dilşadî. Roja serbestî gerdenazadî. Qeyda lingê me wê rojê şikand. Ew çaroka reş me girt û çirand. Şahî û govend, dîlan û mizgîn. Destên hev girtin ji Çîn ta bi Çîn. Em bûne wek hev tevde jin û mêr. Li me zû derket ev roj û stêr.”

 

Mele Ehmedê Namî yek ji helbestvanên herî mezin ên Rojavayê Kurdistanê bû. Namî yek ji parêzer û piştevanên pêşketin û serbestiya jinên Kurd bû, lewma jî wî di sala 1950î de bi ked û xebateke mezin dibistaneke keçan li gundê xwe Tilşeîrê yê li Rojhilatê Qamişloyê vekir.

 

Namî di dîwana xwe ya “Daxwazname” de ku cara yekem di sala 1986an de li Swêdê hate çapkirin û ji nav weşanên Roja Nû derket û çapa duyemîn jî di sala 1998an de li Beyrûta paytexta Libanê hat çapkirin, sirûda xwe ya bi navûdeng "Neşîd û Gaziya Keçan" hûnand ku têde wiha dibêje: “Birayên delal hûn werin xortino. Buhişt e welat da`m herin merdino. Eger Hûn neyên vane keç em meşîn. Bes in koletî, serfiraz da`m bijîn. Bibin yek bilez xort û keç da`m herin. Ji bo serxwebûnê bi ceng û mirin. Keç im nû gihame, dixwazim xebat. Me canê ciwan daye gorî welat.”